Li Qamişloyê tedbîrên ewlehiyê 2026-02-03 10:39:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qamişloyê şênî derneketine kolanan û tenê hêzên Asayîşê li kolanan belav bûne.   Di çarçoveya biryara Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê ya qedexeya derketina derve de, şêniyên Qamişloyê xwe bi rêxistin kiriye. Li kolanan tenê hêzên Asayîşê belav bûne û şênî ji malên xwe derneketine. Ji bo aramiya herêmê û rewşa ewlehiyê qedexeya derketina derve îro saet 06:00’an dest pê kir û heya saet 18:00’an dê dewam bike.   Niha li kolanên Qamişlyêo tenê hêzên Asayîşê tev digerin, wekî din dikan hatine girtin û tevgera gel bi temamî hatiye sekinandin.