Heyeta hikûmeta demkî gihişt Qamişlo 2026-02-03 18:14:02     NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeteke endamên hêzên ewlekariya hundirîn ên Wezareta Karên Hundir a hikûmeta demkî di çarçoveya lihevkirina 30’ê çileyê ya de derbasî Qamişloyê bû.   Di çarçoveya bicihanîna peymana 30’ê çileyê ya di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, îro hejmarek sînordar a hêzên ewlekariyê yên girêdayî Wezareta Karên Hundir a hikûmeta demkî ya Sûriyeyê di bin çavdêriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê de derbasî bajarê Qamişloyê bûn.   Li gorî peymanê endamên hêzên ewlekariya hundirîn ên hikûmetê û yên herêmê wê li ser entegrasyonê kar bimeşînin.   Duh jî hejmareke hêzên ewlekariya hundirîn ên hikûmeta demkî derbasî Hesekê bibûn.