Li Rojhilata Navîn dîrok, civak û qeyran (3) 2026-02-06 09:07:48   Avakirina 'Konfederasyona Neteweyên Demokratîk a Rojhilata Navîn'   Leyla Ayaz    NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tekez dike ku pergala navendî ya netewe-dewletê şer û krîz li Rojhilata Navîn domandiye, konfederalîzma demokratîk ku li ser îradeya azad a gelan ava dibe, wekî rêyek dîrokî, civakî û siyasî ji bo herêmê dibîne.   Rojhilata Navîn demek dirêj e ku ji ber krîzên avahîsaziyê yên ku ji hêla rêziknameyek siyasî ya navendî ya netewe-dewletê ve hatine afirandin, şekil digire. Her çend herêm ji ber çavkaniyên xwe yên enerjiyê yên dewlemend, cihê xwe yê stratejîk û avahiya civakî ya pir-qatî li hember destwerdanên hêzên cîhanî xeternak dimîne jî, pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê û hilweşîna rejîmê bandorên vê krîzê yên hemdem bêtir xuya kirine. Şer û polîtîkayên ji nû ve sêwirandinê yên hêzên rojavayî, di serî de DYA û Îsraîl, eşkere dikin ku pevçûnên berdewam ên li Rojhilata Navîn ne tenê leşkerî ne, lê di heman demê de destwerdanek civakî û siyasî jî pêk tînin.   Di beşa sêyemîn a vê dosyayê de, nirxandinên ku Rêberê Gelê Kurd di bin sernavê "Astengiya Rojhilata Navîn û Çareseriya Modernîteya Demokratîk" de kirine, têne vekolandin, bi balkişandina ser ka pergala dewleta neteweyî çawa şer û pevçûnên neçareserkirî li Rojhilata Navîn domandiye. Perspektîfa modernîteya demokratîk a ku Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk: Parastina Kurdan di Lepên Qirkirina Çandî de", cilda pêncemîn a Manîfestoya wî ya ji bo Şaristaniya Demokratîk de pêşkêş kiriye, wekî rêyek alternatîf ji bo herêmê tê nîqaşkirin.   Nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn   Abdullah Ocalan, diyar kir ku di bin pirsgirêkên bingehîn ên aktuel ên Rojhilata Navîn de hûnandina dewletên netewe heye û pirsgirêka Kurd jî bi awayekî bingehîn ji ber vê hûnandinê ye û got: “Di Şerê Cîhanê yê 1’emîn de nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn bi awayekî hat hûnandin ji bo pirsgirêk bi kêmanî sedsalekê dewam bikin. Ji bo Ewrûpayê Peymana Versaillesê çi be, li Rojhilata Navîn jî Peymana Sykes-Picot ew e. Peymana Versailles a bi rola ‘Aştiya Dawî Li Aştiyê Anî’ rabû rê li ber Şerê Cîhanê yê Duyemîn vekir. Peymana Sykes-Picot jî bi heman rolê rabû. Li şûna aştiya Osmanî, Rojhilata Navîn ber bi pêxîrtengiyeke şidandî û asêmayînê ve bir. Di dawiya şer de tevahiya dewletên netewe yên derketin holê, bûn organîzasyonên welê ku li hundir li dijî gelên xwe, li derve jî li dijî hevdu şer kirin. Maneya tesfiyekirina civaka ji rêûresmê şerê li dijî gelan bû. Maneya nexşeyên bi cedwelan hatibûn xêzkirin jî ew e, bi van nexşeyan bang li dewletên qelp dikin da ku li dijî hev şer bikin.   Dewletên netew pirsgirêkan zêdetir dike   Bi tenê hûnandina Îsraîlê bi halê xwe yê heyî ji şerê sedsalî bihurî ye. Hê jî pêşbîniya wê nayê kirin ka wê hê çiqasî rê li ber şerên mezin veke. Libnana piçûk timî di nava şer de ye. Sûrî timî di nava rewşa awarte de ye, û bi Îsraîlê re şer dike. Jixwe dewleta Iraqê ji roja avabûna xwe ve di nava şerê hundir û derve de bû. Di vî warî de rewşeke cuda ya Îranê tineye. Mentiqê di avabûna tevahiya dewletên netewe yên li Rojhilata Navîn de pirsgirêkên heyî yên civakî çareser nake, pirsgirêkan zêdetir dike û ev dihêle ku dewletên netewe timî di rewşa rejîmên şerên hundir û derve de bimînin. Sedema bingehîn a vê yekê jî ew e, Îsraîl weke kakilê hêzên hegemonîk hatiye avakirin. Mirov heta Îsraîlê weke kakilê hegemonîk fêhm neke, mirov nikare fêhm bike ka tewazun an jî bêtewazuniya dewletên netewe li Rojhilata Navîn çawa hatiye hûnandin û avakirin. Bi awayekî herî eşkere hêmana ku vê îspat bike, pirsgirêka Kurd û parçebûna Kurdistanê ye.”   Pirsgirêka kurd   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, da zanîn ku peymana Sykes-Picot (parvekirina Rojhilata Navîn di navbera Franse û Ingilistanê de) di heman demê de bingehê Peymana Sevrê ye û wiha behs kir: “ Peymana Sevrê parçekirina Anatolyayê û Mezopotamya Jor plan dike. Weke ku tê îddîakirin, Şerê Rizgariya Neteweyî bi temamî Sevr ji holê ranekiriye; hinekî bêtesîr kiriye. Peyman bi giranî hat bicihanîn. Komara mînîmal di çarçoveya Sevrê de hatiye qebûlkirin. Dîsa hiştina Mûsil-Kerkûkê ji Ingilîzan re encama Sevrê ye. Ango di dema modern a Kurdistanê de duyemîn parçebûna girîng (parçebûna yekemîn beriya destpêka dema modern bi Peymana Qesr-î Şîrîn 1639’an e) sedema sereke ya pirsgirêka Kurd e. Du dewletên netewe yên mînîmal ên li Iraq û Anatolyayê hatin avakirin, tên wê maneyê ku du çalakiyên şer in, gewde û bedena Kurd û Kurdistanê parçe kirine. Eger mirov bi vî awayî li dewleta netewe serwext nebe, mirov ne dikare parçebûna Kurdistanê û ne jî dikare evqasî dirêjajotin û bêçareserîhiştina pirsgirêka Kurd fêhm bike. Ji 1920’an ve, yanî ji roja ku hîmê dewleta Iraqê hat danîn û heta roja me ya îro, rejîma li ser Kurdan meşand bi tenê şerê nod salî bû. Ji bûyerên roja me ya îro diqewimin bi hêsanî mirov dikare tê derxe ku ev dewlet rejîmeke şer a li dijî civaka xwe jî bû. Eger em bi tenê di çarçoveya Kurdan de jî binêrin, dewleta netewe ya Tirkê Spî rejîmeke şerê taybet a heştêûpênc salan a gihişt heta bi qirkirinê meşand û ev êdî rastiyek e ku her kes lê mikur tê. Pevçûnên navxweyî yên rejîmê heta roja me ya îro ti carî kêm nebûne. Pirsgirêkên Kurdan pirsgirêkên xweber derketine holê nînin, bi plan hatine çêkirin; Rojhilata Navîn bi pirsgirêkan xeniqandine û ev yek weke beşekî girîng ê ji bo rêvebirina wê bi plan û dewamî kirine.”   ‘Tesfiyekirina Kurdan’   Abdullah Ocalan, di parêznameya xwe de wiha behsa armancên hêzên hegomonîk a li hemberê kurdan: “Hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst bi qasî dused salan e ku Kurd berê bi Împaratoriya Osmanî û Îranê, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn jî bi dewletên netewe yên Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûrî dan pelixandin û divê mirov sedemên vê baş ji hev derxe. Di vê de ne bi tenê armancek belê gelek armanc hene. Armanca yekemîn ew e, Kurdan bi gelên Ereb, Tirk û Îranê yên tevahiya dîrokê bi hev re jiyane û di navbera wan de kêm zêde statuyeke rewa heye, berde hevdu, nakokiyên di navbera wan de kûr bike, statuya heyî xira bike, wan dahf bide nava tevlîheviyê û wan bixe rewşekê ku timî bi hev re di nava şer de bimînin. Armanca duyemîn ew e, bi tesfiyekirina Kurdan ji dewletên netewe yên Ermenî, Suryanî û Cihû re ku pîlan dikirin, welatên berfireh amade bikin. Bi vî awayî jî wê hem sê dewletên netewe yên bi rola tampon û xeleka navber rabûna û mutleq bi wan ve girêdayî pêk bianiyana hem jî wê Kurd bi cîranên wan ên Misilman, Xiristiyan û Cihû re dewamî di nava şer û pirsgirêkan de bihiştana û bi awayekî wê Rojhilata Navîn a kakil hewcedarî xwe bikirana. Bêguman wê ev hêzên hegemon ên modernîteya kapîtalîst Kurdên welatê wan hatiye parçekirin û bi kirinên gihiştine qirkirinê re rûbirû bûne ji bîr nekin û wê texsîr nekin car caran xwe weke meleka xelaskar nîşanî wan bidin. Dema em li bûyerên heta roja me ya îro dinêrin, em bi hêsanî dikarin bibêjin, ev peymanên ‘aştiya dawî li aştiyê tîne’ beşekî mezin ji wan bi cih hatine anîn.”   Hevgirtina antî-Kurd   Abdullah Ocalan, diyar kir ku eşkere ye ku Kurd û Kurdistanê li Rojhilata Navîn a salên 2000’î hem di tewazuna dewleta netewe û hem jî di tewazuna civaka demokratîk de weke realîteyeke bi tesîr û dînamîk cihê xwe girtine û got: “Hevgirtina antî-Kurd a ku Komara Tirkiyê pêşengiya wê dike û bi Îran û Sûrî re xwe lê rakişandiye zêde şensê xwe yê serketinê tineye. Lewma bi hesabên sîstema kapîtalîst re li hev nake. Di bingehê hewldaneke bi vî rengî ya hevgirtinê de hevkartiyeke bê Kurd û bê Kurdistan bi sîstemê re heye. Lê nexasim êdî pêkan nîne ku Îsraîl û DYE nêzîkatiyeke bi vî rengî qebûl bikin. Ev hevkartiya emperyalîzmê ya bê Kurd û bê Kurdistan a di navbera salên 1920-2000’î de hat meşandin êdî polîtîkayeke bê meşandin nîne. Jixwe dewleta netewe ya Kurd bi hevgirtina Iraqê hat avakirin û di demeke nêz de îhtîmaleke xurt e ku ji aliyê Îran, Sûrî û Tirkiyê ve bê naskirin. Lê zehmetî ew e, di berdêla vê naskirinê de tesfiyekirina PKK û KCK’ê tê ferzkirin. Ev jî daxwazeke pûç e. Êdî çarenûsa Kurd û Kurdistanê hem rastiya civaka demokratîk a KCK’ê, hem jî rastiya dewleta netewe ya hevgirtina bûrjûwa Kurd di zikhev de û li ser bingehê lihevkirineke diyar a qanûnî, hewl bidin diyar bikin. Di dîroka modern a Rojhilata Navîn de cara pêşî ye ku erka civaka demokratîk û erka dewleta netewe bi hev re rol digirin. Nexasim li Iraq, Afganistan û Îsraîl-Filistînê, û heta li Tirkiyê şerên diqewimin û xetimîna rê li ber vedikin, ji bo Kurdan di wan de dersên girîng hene. Ji bo nebin xwedî rabihuriya xwînrij a dewletên netewe ku xwedî sînorên hişk bûn, wê sîstemeke dualî bikin bingehê xwe ango sîstemeke xwe disipêre KCK’ê ya pala xwe dide modernîteya demokratîk û xwe disipêre dewleta netewe ya Kurd a Iraqê ya pala xwe dide modernîteya kapîtalîst. Li ser vê sîstema dualî wê li hev bikin. Bi vî awayî ji dewletdariya netewe ya sosyalîzma pêkhatî jî ders ê bê girtin. Kurd û Kurdistan ê ne bibin Îsraîla duyemîn, ne jî wê bibin weke dewletên din ên netewe. Wê bibe mekan û hêzên pêşeng ên senteza modernîteyeke nû ya ku ji pirsgirêkên sereke dibihure, ew pirsgirêkên ku hemû di navê de bi qirika hev digirin.”   ‘Ji bo avakirina modernîteya dijber hostetî divê’   Abdullah Ocalan destnîşan kir ku berxwedan bi tena serê xwe têrê nake ku mirov hegemonya modern hilweşîne û alternatîfa wê pêk bîne û di parêznameya xwe de wiha got: “Ji bo avakirina modernîteya dijber hostetî divê. Di vê mijarê de Şoreşa Kurdistanê dikare ji wezîfeya avakirinê re pêşengiyê bike. Rewşa Kurdistanê di vî warî de ji her alî ve di cih de ye. Beriya her tiştî di nava sê neteweyên mezin ên herêmê de cih digire. Ji aliyê Ereb, Tirk û Îranê (Ecem) ve dor lê hatiye girtin. Jixwe van neteweyên navbihurî her yek ji wan parçeyekî Kurdistanê xistine bin serweriya dewleta xwe ya netewe. Herweha Kurdistan weke welat gel û çandên din ên qedîm di nava xwe de dihewîne. Di serî de Ermenî û Suryanî, Tirkmen, Ereb û hêmanên din ên çandî û neteweyî kêm zêde bi cihbûyî ne. Tevahiya dîrokê navenda xweparastin û derketina holê ya gelek dîn û mezheban e. Di serî de şoreşa mirov a Homo Sapiens a dîrokê ji şoreşên mezolîtîk, neolîtîk, koledariya antîk û serdema feodal re bi rola dergûşê rabûye. Di roja me ya îro de jî çarenûsa ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ ê modernîteya kapîtalîst wê karibe bi bûyerên li Kurdistanê diyar bibe.   Şoreşa Kurdistanê   Em dema van faktoran hemûyan li ber çavan bigirin, di çarçoveya modernîteya demokratîk de ji bo Şoreşa Kurdistanê nebe şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn zêde ti sedem namîne. Li pêşiya wê hinek asteng hebin jî bivênevê pêşketin ê bibe. Pirsgirêka Kurd li Kurdistanê di çarçoveya neteweya demokratîk de bê çareserkirin, wê li pêxîrtengiya dewleta netewe li Rojhilata Navîn û xetimîna bûye sedema wê, bandoreke mezin bike. Ji niha ve xuya dike ku li Tirkiyê, Iraq, Sûrî û Îranê pêxîrtengî, xetimîn û şerên dewletên netewe bûne sedema wan bi tenê bi neteweya demokratîk çareser dibin û ji bilî vê riyek din gengaz xuya nake. Eger di dewleta netewe de israr dewam bike, ev tê wê maneyê pirsgirêk û şer ê dewam bikin. Eger wekî din dewletên netewe (mînak dewletên netewe yên Kurd û Filistînê) bêne avakirin ev dewlet ê alîkariya çareseriyê nekin, bi tenê wê li pirsgirêkên heyî yên nû zêde bikin. Eger tişta weke çareserî pêşkêş bikin hê bêhtir kapîtalîzm û îndustriyalîzm be, çawa ku li gelek guherên dinyayê tê dîtin, wê ev rewş bêhtir krîz, bêkarî, şer, talana hawîrdorê û qirêjbûna avhewayê be. Şoreşeke Kurdistanê ya ne bi tenê bi hêmana neteweya demokratîk a modernîteya demokratîk bi hêmanên wê yên din ango ekonomiya komin û îndustriya ekolojîk pêk bê û li ser mîrateya şoreşên rabihurî mezin bibe û ji wan jî bibihure, wê karibe bibe destpêkeke têkûz a şoreşên sedsala 21. û stûna navmalê.”   Pirsgirêkên civakên Rojhilata Navîn   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya xwe de destnîşan kir ku di çavkaniya pirsgirêkên civakên Rojhilata Navîn de desthilatdarî û dewletparêzî zêde heye û got: “Di tevahiya dîroka şaristaniyê de her hêza ku bi armanca çareseriya pirsgirêkan derket holê, ji bilî ku xwe bisipêre bêhtir hêz û bidestxistina erka dewletê, çareyeke din nedît. Ji Împaratorê herî li serî heta bi mêrê malbatê her hêzê ji bo çareseriyê pêşî hêz bi kar anî û ev bû çoyê bi sêhr ê desthilatîbûn û dewletîbûnê. Şaristaniya Rojava şêweyên modern ê vê rêûresmê afirandin. Yeqîn kir ku bi cîlaya demokrasiyê desthilatî û dewlet ê demokratîze bibin an jî lîberalîzmê serî li vê sextekariyê da. Li Rojhilata Navîn a roja me ya îro hê jî pirsgirêkên sereke li ser bingehê desthilatîbûn û dewletîbûnê têne çareserkirin û hewl didin bi vî awayî çareser bikin.”   Hilweşandina çanda xwecihî   Abdullah Ocalan destnîşah kir ku bi qasî dewleta netewe di ti dema dîrokê de rejîmeke din a dewletê ya çanda xwecihî û herêmî hilweşandiye, nehatiye dîtin û wiha bal kişand ser mijarê: “Dewleta netewe bi tenê li beramberî dewleta bajêr, demokrasî û sîstema împaratoriyê û weke dijberê wan bi pêş neketiye. Belkî jî ji van herdu diyardeyan zêdetir bi tevahî xisletên nasnameyî yên xwecihî û herêmî bi qedexekirin, bi hilweşandin, bi dawerivandina hinavê xwe, hewl daye wan ji civaka dîrokî bibe. Tevî vê rewşê, împaratoriyên herî navendî jî timî guh dane huqûqê xwecihî û herêmî. Pê dizanîn ku ya xwecihî û herêmî dewlemendî ye, bi îhtîmam û girîngî hewl dane ku civak ji van neyên mehrûmkirin. Jixwe rêveberiyên herî navendî jî ya xwecihî û ya herêmî heta otorîteyên wan red nekin, li dijî wan nebûn ku bibin xwediyê rêveberiyên otonom ên bi erkên herî berfireh kemilandî. Dîroka şaristaniyê heta bi modernîteya kapîtalîst, dîrokek e ku bi awayekî nasnameyên xwecihî û herêmî dike esas. Her împaratorî û şaristanî, bi hêza qadên xwecihî û herêmî yên dibe xwediyê wan, diyar dibû.   Mirov çawa dikare wê pênase bike?   Eger demokrasî xwe birêvebirin û îfadekirina azad a xwecihî û herêmî nebe, hingê mirov çawa dikare wê pênase bike? Eşkere ye, eger şertên neteweya homojen weke bingeh werin qebûlkirin, demokrasî nayê avakirin. Heta ya ferdî, ya xwecihî û ya herêmî xwe îfade neke û berjewendiyên xwe yên çandî neparêze, demokrasî wê pêk neyê. Neteweparêziya bi destê dewletê çiqasî înkara demokratîkbûna ferd, ya xwecihî û ya herêmî be, neteweparêziya demokratîk jî berevajiyê wê ewqasî demokratîkbûna ferd, ya xwecihî û ya herêmî ye.   Bi awayekî sîstematîk tesfiyekirina xwecih   Di çanda Rojhilata Navîn de ya xwecihî û herêmî di her dema dîrokê de nasname û huqûqa xwe bi hêz parastiye, xwedî lê derketiye. Di tevahiya sîstemên şaristaniyan de rêz ji nasnameyên xwecihî û herêmî re hatiye girtin û cih dane huqûqê wan. Tesfiyekirin û tine hesibandina nasname û çandan di rêveberiyên herî despotîk de jî weke siyasetekê, heta dawiyê nehatiye meşandin. Kirinên bi vî rengî ji nîzama tesfiyê ya ferdî û malbatî zêde nebihurîne. Em dibînin ku bi awayekî sîstematîk tesfiyekirina xwecihî û herêmî careke din rengê faşîst ê dewleta netewe piştrast dike. Di dused salên dawî yên herêmê de dewleta netewe her ku bi hêz bû tesfiyekirina xwecihî û herêmî jî di zikhev de pêk hat û ev jî rastiya em behsa wê dikin, nîşan dide.”   Konfederasyona Neteweyên Demokratîk a Rojhilata Navîn   Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka pêşniyara avakirina Konfederasyona Neteweyên Demokratîk a Rojhilat Navîn dike û dibêje: “Rêxistina ban an jî sîwan a yekparebûna çandî divê weke Konfederasyona Neteweyên Demokratîk a Rojhilata Navîn were avakirin. Mirov avakirina neteweyên demokratîk nasipêre sînorên dewletên netewe yên heyî. Ya ji vê jî girîngtir, sînorên xêzkirî yên neteweyên demokratîk çênabin. Gund, xwecihî, herêmî û bajarên neteweyî lê zêdebûyî dikarin hebin. Lê xwecihî, herêmî û bajarên pirrnetewe û têkel jî dikarin hebin. Ya bêtir asayî jî ev e. Dîrokê timî li bajar û herêmên bêhejmar ên mezheb û dîn, qewm û qebîle di nava hev de mayî, şahidî kiriye. Di dîrokê de bê sedem behsa Babîla navdar a heftê û du milletan, nehatiye kirin. Welatê hevpar ê neteweyan jî dikare hebe. Dîrok bi rastiyên van mînakan tijî ye.    Herweha têgihiştina civakên safî û neteweyên safî hîç zanistî nîne. Bêguman çawa ku neteweyên bi zimanekî bipeyivin wê karibin hebin, yên bi pirrzimanan bipeyivin jî dikarin hebin. Mînakên der barê neteweyên xwedî gelek sembolan de jî kêm nînin. Di dîrokê de modela mînaka wê nîne yekdestdariya dewleta netewe û homojeniya wê ye. Me karektera hov û nemirovî ya vê modelê bi sedemên wê re analîz kir. Ji lewra konfederasyona neteweyên demokratîk a xwe disipêre nasnameya neteweya nerm û serê wê vekirî ne bi tenê li gorî rastiyên dîrokî û civakî ye, di heman demê de îfadeya wê ya îdeal e.    Yekîneyên kominî yên demokratîk   Divê mirov li konfederasyonê ne weke yekîtiyeke dewletan, belê weke yekîneyên kominî yên demokratîk bifikire. Divê mirov li kominên demokratîk weke rêveberiyên yekîneyên civakî neteweyî yên di nava wan de cih digirin bifikire. Pêkhatinên wê di warê bicihanîna prensîpên demokratîk de xwedî cihekî cihêwaz in. Mînaka bêqusûr a rêveberiya demokratîk a civakê ye.   Têgîna neteweya demokratîk û rastiya wê, li dijî çavsoriya dewleta netewe, ji bo paşerojê civaka herî manedar a di nava aştî, dad û azadiyê de îfade dike. Konfederasyona demokratîk li yekîneyên konfederal ên hem ji xwe mezintir û hem jî li yên ji xwe piçûktir vekirî ye. Ew konfederalîzma demokratîk di asta parzemînî de û li nava dinyayê teşwîq dike. Bi tenê nabêje dinyayeke din mumkîn e, xwe weke dinya herî rastî, dadî û azad îlan dike.”