Payizava li dijî êrîşên li ser Rojava meşiya 2026-02-06 13:46:13     WAN -  Li navçeya Payîzava dorpêça li ser Kobanê hate protestokirin. Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek, di protestoyê de axîvî û bal kişand ser yekitiya Kurd a dema êrişên li ser Rojava û got: “Divê her kes xwedî li vê yekitiya derkeve û qîmeta wê bizanibe.”    Li navçeya Payîzava ya Wanê, dorpêça li ser Kobanê bi meş û daxuyaniyê ve hate protestokirin. Girseya ku li ber Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Payîava kom bû, ber bi navenda navçeyê bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxadana Îmraliyê”, “Jin, jiyan, azadî” ve meşiyan. Piştî meşê Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek daxuyanî da.    Çîfyurek qurbaniyên erheja 6’ê Sibatê ya navenda wê Mereş bû bibîr anî û got: “Li Parîsê li dijî gelê Kurd plana komkujiyê xistin meriyetê. Armanca wan hilweşîna statuya Rojava ye. Li Parîsê bi DYA’yê re li ser ‘em ê ji bo Xezeyê bêdeng bin hûn jî statuya Kurdan tune bikin’ li hev kirin. Lêbelê Kurd li seranserê cîhanê rabûn gotin ‘Kobanê xeta me ya sor e’. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe xwedî li Rojava derkevin. Kurdan bi berxwedana xwe ruhê Qazî Mihemmed şad kir. Divê her kes xwedî li vê yekitiyê derbikeve û qîmeta wê bizanibe.”   Ji bo mafê hêviyê bang   Sînan Çîftyurek bal kişand ser gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û bangî AKP’ê kir: “Divê tavilê mafê hêviyê yê rêzdar Ocalan bê bicîanîn. Divê girtiyên siyasî bên berdan. Ger îro pirsgirêka Kurd nebûne dê rêzdar Ocalan ne di girtîgehê da bûya? Divê êdî Meclis erka xwe bi cî bîbe. Divê ziman, çand û mafên siyasî yên gelê Kurd qebûl bike.”