ROJEVA 10'Ê SIBATA 2026'AN 2026-02-10 09:00:00   *Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku ferd û welatiyê neteweya demokratîk bi qasî azad e, ewqasî jî divê kominal be û got: “ Jixwe ferdperestiya kapîtalîst li ser bingehê înkara civakê bi gewde bûye. Bawer dike ku çiqasî rêûresm û çanda civaka dîrokî înkar bike wê karibe xwe pêk bîne, bi gewde bike." DOSYA   * Parêzera ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Sûzan Akîpa diyar kir ku gavên qanûnî ji bo pêşvebirina aştiyê girîng in û tekez kir ku mafê hêviyê, rakirina tecrîdê û bicîhanîna biryarên DMME'yê hêmanên bingehîn ên vê pêvajoyê ne. DÎMEN HEYE    *Rojnameger Ciwana Cuma ya ku êrîşên li hemberî gelê Kurd kêlî bi kêlî şopandine got, "Bi piştevaniya gelê me a bi Rojava re  ew rihê yekitiya gelê Kurd carek din derket holê. Xwedîderketina li Rojava bersivek xurt li hemberî êrîşan bû. Plan û êrîşa li ser gelê Kurd mezinin û xeterî hîn jî dewam dike divê gelê me piştgiriya xwe dewam bike. Gelê me dê bi berxwedanê bi ser keve." DÎMEN HEYE