Li Peyasê civîna gel 2026-02-11 21:59:59   AMED - Di civîna Gel a ku DEM Partî ya Amedê pêk anî de, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, êrîşên li hember Rojava û komploya 15’ê Sibatê hat nirxandin.   Rêxistina DEM Partî ya Amedê li navçeya Peyas a Amedê li Mala Şînê ya Çermîklîler civîna gel pêk anîn. Rêxistinên Dem Partiyê ya navend û Peyasê, TJA, Dayikên Aştiyê û gelek kes tevli bûn.   Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.  di civînê de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, êrîşên li hember Rojava û komploya 15’ê Sibatê hat nirxandin. Pirsên welatiyan jî hat girtin. Welatiyan diyar kirin ku hikûmet cidî nêzî pêvajoyê nabe û got divê gav bên avêtin.   Civîn piştî axaftinan ji çapemeniyê girtî berdewam kir.