Dorpêça li ser Kobanê di roja 24’an de ye: Zarokekî dinê jî mir 2026-02-12 11:57:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber dorpêça ku 24 roj in ji aliyê çekdarên Şamê û dewleta Tirk ve xistine li ser Kobanê, zarokek din yê heşt mehî ji ber nebûna şîr û ava paqij jiyana xwe ji dest da.   24 roj in bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê di jêr dorpêça komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê û dewleta Tirk de ye. Ji ber dorpêçê her ku diçe rewşa mirovî zehmet dikeve.   Li gor agahiyan şeva borî zarokek temen heşt mehî ku malbata wê ji ber êrişên çeteyan ji Reqayê koçberî Kobanê bibû, ji ber nebûna şîr û ava paqij tendirustiyê wê têkço û jiyana xwe ji dest da.   Beriya niha jî Heyva Sor a Kurdistanê di 24’ê Çileya 2026’an de ragihandibû, ji ber dorpêç û nebûna sotemenî û xurakê 4 zarokan li Kobanê jiyana xwe ji dest daye.