‘Bêyî azadiya Rêbertî li Rojhilata Navîn aştî nabe’ 2026-02-14 21:53:32     NAVENDA NÛÇEYAN- Komîteya ji Ocalan re Azadî bi daxuyaniyeke destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cewhera veguherîna dîrokî û guhartinan e û got:“Bêyî azadiya Rêbertî li Rojhilata Navîn aştî pêk nayê.”   Komîteya ji Ocalan re Azadî ya Başûrê Kurdistanê bi boneya 27’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya 15’yê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand, komplo bi tundî şermezar kir û got:“Bêyî azadiya Rêbertî li Rojhilata Navîn aştî pêk nayê.”   Daxuyaniya komîteyê wiha ye:“Domandina girtina Rêber Ocalan di Girtîgeha Îmraliyê de û siyaseta çewisandinê nîşana berxwedana wî ya mezin a li dijî faşîzmê ye. Fikrê Rêber Ocalan avakirina jiyaneke bi rûmet û civakeke demokratîke û paradîgmaya wî şoreşeke zanînî ya cîhanî ye ji bo xweserî û redkirina netew-dewletê. Kesayetiya Ocalan mifteya çareseriyeke aştiyane li Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye. Ji ber ku ew sembola parastina gel û jinûve rêxistinkirina civakê ye. Peyamên Ocalan bûne sedem ku Şam û Qamîşlo agirbestê îlan bikin û bigihîjin lihevkirinekê. Ev yek hêza Rêber Apo, gelê Kurd, gerîla, yekîtiya gelê û civakê nîşan dide. Em wek Komîteya ji Ocalan re Azadî banga yekîtî û lihevkirinê li dijî şerê taybet yê ku ji bo biçûkxistina şiyanên Rêber Ocalan tê meşandin kir. Azadiya Ocalan bingeha şoreşê ye, dawî li şaristaniya qirker bi hezaran salan ya tîne û netewek demokratîk ava dike.”