Gelên kantona Cizîrê li dijî komployê meşiyan 2026-02-15 15:21:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Dêrik, Girkê Legê, Amûdê, Çilaxa, Til Temir, Tirbespiyê û Dirbêsiyê yên Kantona Cizîrê meşên girseyî hatin lidarxistin, komplo hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hate kirin.   Li Dêrik, Girkê Legê, Amûdê, Çilaxa, Til Temir, Tirbespiyê û Dirbêsiyê bi hezaran kes di salvegera 27’an a Komploya Navneteweyî ya (15 Sibat 1999) li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadiya fîzîkî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" daketin qadan. Di çalakiyan de pankartên bi nivîsên "Êrişa 6’ê Çileyê ya li ser Rojava komplogeriya duyemîn a 15’ê Sibatê ye" hatin vekirin.   Tevahî pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb û Suryan ku dikanên xwe venekirin, beşdarî çalakiyên şermezarkirina komployê bûn.   Dêrik   Bi hezaran kes ji şêniyên bajar û gundewarê Dêrikê ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê ji qada Azadî ber bi kolana Kornîş ve meşiyan. Di meşê bênavber dirûşmên şermezarkirina komployê û silavkirina berxwdana Rêber Apo Ocalan hatin berzkirin.   Meş li pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger a Şehîd Bawer sekinî û deqeyek rêz hat girtin.   Li vir endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl axivî û diyar kir ku armanca komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah têkbirina doza kurdî û îradeya gelê Kurd bû. Aldar Xelîl destnîşan kir ku berxwedan û têkoşîna Rêber Apo ya li girtîgeha Îmraliyê li cîhanê û Rojhilata Navîn deng veda û got, ramanên Rêber Apo ji pirsgirêkên asêmayî re çareserî ne.   Aldar Xelîl di dewama axaftina xwe de êrişên 6’ê Çileyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê wekî komploya duyemîn li dijî gelê Kurd bi nav kir û got "Mudaxleya Rêber Abdullah Ocalan a ji Îmraliyê û sekna bi mîlyonan gelê Kurd a li hemberî êrişên li ser Rojava hevsengiyên hêzên navneteweyî dan guhertin û hişt ku tifaqên li dijî hebûna gelê Kurd ji holê rabin."   Mitîng bi berzkirina dirûşmên silavkirina Rêber Apo û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bi dawî bû.     Girikê Legê   Bi hezaran kes ji şêniyên bajarê Girkê Legê jî bi heman armancê ji qada Şehîd Xebat heya sûka navendî meşiyan.   Meş li sûka navendî veguherî mitîngê. Bi navê Însiyatîfa Gel Jiyan Hisên axivî û diyar kir ku komplo dê bandorê  gelê Kurd neke.   Jiyan Hisên destnîşan kir ku berdewama tecrîda li ser Rêber Apo li dijî qanûnên mirovî yên navneteweyî ne. Jiyan bang li civaka navneteweyî û rêxistinên têkildar kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.   Jiyan Hisên her wiha anî ziman ku dê heya bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin û got: "Azadiya fîzîkî ya Rêbertî azadiya tevahî civakê ye, em ê heya pêkanîna vê armancê têkoşînê mezin bikin."   Mitîng bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.   Amûdê   Li bajarê Amûdê, şênî li pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê kom bûn. Di çalakiyê de hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso diyar kir ku komployên li dijî Rêber Apo di çarçoveya siyaseta şikandina îradeya gelê kurd de pêk hatin.   Hiso diyar kir ku îradeya gel bi tecrîdê nayê têkbirin û bi şert û mercên dijwar nayê vemirandin. Her wiha destnîşan kir ku tecrîda li girtîgeha Îmraliyê hatiye ferzkirin nikariye ramanên ku ji hêla rêber ve hatiye pejirandin bi dawî bike, lê belê veguheriye qadeke ji bo raman û çêkirina projeyek li ser bingeha Neteweyeya Demokratîk.   Hiso da zanîn ku gelê Kurd ligel gelên herêmê dikarin modelek jiyana hevbeş li ser bingeha edalet, wekhevî û rêzgirtina ji bo cihêrengiyê ava bikin. Hiso destnîşan kir ku ev fikir li Rojava bi rêya rêxistinkirina civakê û xurtkirina rola jin û ciwanan di biryardanê de pêk hatiye û projeya demokratîk ji ramanek teorîk kiriye ezmûnek pratîkî.   Çalakî bi dirûşmên ku banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dawî bû.     Til Temir   Bi sedan şêniyên bajarên Til Temir û Zirganê ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibat  li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê kom bûn.   Şêniyan ku wêneyên Rêber Apo bilind kirin di kolanên sereke yên bajêr re meşiyan û dirûşmên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berz kirin.   Dema ku gihîştin rêya sereke ya M4, meş veguherî mitîngê. Li vir piştî deqeyek rêzgirtinê şêwirmendê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer axivî û got, "Em îro ji bo şermezarkirina komploya li dijî rêberê projeya azadiyê Abdullah Ocalan, gelê Kurd û azadiya wan, kom bûn."   Koçer komplo wekî hewldanek ji bo şikandina têkoşîna gel û îradeya wan a azad nirxand  û wiha dewam kir, "Em ê li hember hemû cureyên tecrîd û polîtîkayên ku dixwazin dengê gel bêdeng bikin, tê bikoşin. Em ê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û ji bo azadiya hemû gelên herêmê bidomînin."   Hevseroka Meclisa PYD`ê ya bajarê Zirganê Semah Hemadî jî got, "Em îro li vir kom bûne da ku dengê xwe li hember komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û li dijî hemû polîtîkayên ku heta roja îro jî hewl didin îradeya gel û destkeftiyên wan têk bibin, bilind bikin."   Mitîng bi berzkirina dirûşmên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dawî bû.   Çilaxa   Li bajarê Çilaxayê jî bi beşdariya bi sedan kesî mitîngek li qada Şehîd Mahsûm hat lidarxistin.   Mitîng bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre li ser navê Însiyatîfa Gel Kenan Berekat axivî û got, hêzên navneteweyî bi armanca ku gelan di serî de gelê Kurd di bin nîrê koletî û qirkirin, asîmîlasyonê de bihêlin û bê îrade bikin, komplo li dijî Rêber Apo pêk anîn.   Kenan Berekat destnîşan kir ku gelê Kurd bi xwedîdertina li Rêber Apo û şopandina fikr û felsefeya wî komplo têk bir.   Berekat diyar kir ku êrişên çileyê yên li ser Rojava berdewama komployê ye û anî ziman ku armanc têkbirina gelan û projeya neteweya demokratîk bû. Her wiha îşaret pê kir ku yekitiya gelên herêmê komplo pûç kir.   Kenan Berekat di dawiya axaftina xwe de got, dê heya mîsogerkirina mafên gelê Kurd di destûrê de û azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê bidomînin.   Tirbespiyê   Li bajarê Tirbespiyê jî bi sedan Kurd, Ereb û Suryan bi meşekê komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.   Girseya ku bênavber dirûşmên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd berz kirin, ji pêşiya avahiya Meclisa Bajar heya pêşiya avahiya Navenda Perwerdeyê meşiyan.   Li ber avahiya Navenda Perwerdeyê deqeyek rêz hat girtin, piştre hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD’ê Telet Yûsif axivî. Yûnis anî ziman ku armanca komployê şikandina îradeya gelê Kurd û sepandina mêtîngeriyê li Rojhilata Navîn bû.   Telet Yûnis bal kişand ku êrişên li ser gelê Rojavayê Kurdistanê berdewama komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e û wiha domand "Rêber Abdullah Ocalan tevî tecrîdê, bi banga Aştî û Civaka Demokratîk li hemberî van siyasetan sekinî. Hîna jî ji bo yekrêziya Kurdî û lidarxistina kongreyeke neteweyî ya kurdistanî dixebite."   Mitîng bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.   Dirbêsiyê   Bi hezaran şêniyên bajar û gundewarê Dirbêsiyê li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist.   Şêniyan bi berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" ji qada Şehîdan br bi rêya Amûdê ve meşiyan.   Meş li ser rêya Amûdê sekinî. Ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyek rêz hat giritn. Piştre endama Însiyatîfa Gel a Cizîrê Gulistan Gulo axivî. Gulistan Gulo komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku komplo di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelên azadîxwaz bû, lê gelan komplo vala derxist.   Gulîstan Gulo di dewama axaftina xwe de got: "Em derbasî pêvajoyek nû bûne. Rêber Apo vê pêvajoyê wekî komploya duyemîn bi nav dike. Di vê pêvajoyê de projeya neteweya demokratîk tê hedefkirin da ku şerekî navxweyî di navbra pêkhateyan de çêbikin û destkeftiyên Şoreşa Rojava têk bibin."   Gulîstanê anî ziman ku xetereya li ser herêmê hîna heye û wiha pê de çû "Çawa yekitiya neteweyî li ser asta Kurdistanê û cîhanê pêk hat, divê civakê bi hevgirtinê li hemberî komploya duyemîn jî bisekine. Divê her kes ji bo şikandina komploya navneteweyî û parastina destkeftiyên şoreşê asta têkoşînê bilind bike."   Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.