Perwerdehiya bi zimanê dayikê misogerkirina pêşerojê ye 2026-02-16 09:07:50     "Mafê her zarokekî ku bi zimanê xwe perwerde bibe heye û ev maf di heman demê de mafê hebûnê ye jî. Zarokên ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibin bîra wan zelal e, bi xwe re lîhevhatî ne û di jiyanê de serkeftîtirin. Ew ne biyaniyê civaka xwe ne  û girdayî civaka xwe dimînin. Civakek ku zimanê xwe yê dayikê zindî dihêle hem xwe û hem jî cîhanê dewlemend dike. Ji ber ku her ziman cîhanek cuda ye."   Munevver Karademîr   Hebûna gelan bi zimanê wan dest pê dike û pêşroja wan jî bi zimanê wan bi  teşe dibe. Zimanê dayikê ne tenê ne amûrek ragihandinê ye; ew di heman deme de hebûna gelan a  herî baş  a di warê çand, dîrok, weje û nasnameyê de ye. Her gotinek dewlemendiyek e ku hest, hêvî û xwediderketina li ziman û çanda xwe di nav xwe de dihewîne.   Gelên ku zimanê xwe yê dayikê winda bikin, nasnameya xwe û hebûna xwe winda dikin. Ew gel êdî ber bi tunebûnê ve diçin û ne azadin. Ew  raman û hestên xwe bi zelalî êdî nema dikarin îfade bikin û çanda xwe biparêzin. Nikarin xwn û xeyalên xwe bi awayekî têr û tijî parve bikin û bînin ziman, an jî hestên xwe bi tevahî nikarin vebêjin. Ji ber vê yekê, perwerdehiya bi zimanê dayikê ya ku di temenê zarokatiyê de tê dayîn gelek girîng e. Gelên ku zarokên wan bi zimanê xwe yê dayikê perwerde  dikin hem paşeroja xwe û hem jî pêşeroja xwe diparêzin û misoger dikin. Her zarokek, dema ku bi zimanê dayikê hînî axaftinê dibe kokên xwe kifş dike, dîroka xwe fam dike, hînî çanda xwe dibe  û dibe xwedî nasnameyeke neteweyî.   Zimanê dayikê ne tenê destkeftiyek takekesî ye, girêdana bi civaka xwe û koka xwe re ye. Heta ku zimanê gelekî bijî, çand, kevneşopî, müzik, stran û çîrokên wî gelî jî dijîn û tên parastin. Ew gel dikare vê çanda xwe ji nivşekî ragihîne nifşekî din. Ziman hilgirê çandê ye ku çanda gelan ji nivşekî  dispêre nifşê din û pêşeroja gelan misoger dike . Heta ku zimanê gelan xurt be û bijî  gel tune nabin  û her tim bi şanazi hebûna xwe diparêzin.   Daxwaz û girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê tê wateya misogerkirina pêşerojê. Mafê her zarokekî ku bi zimanê xwe perwerde bibe heye û ev maf  di heman demê de mafê hebûnê ye jî. Zarokên ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibin bîra wan zelal e, bi xwe re lîhevhatî ne û di jiyanê de serkeftîtirin. Ew ne biyaniyê civaka xwe ne  û girdayî civaka xwe dimînin. Civakek ku zimanê xwe yê dayikê zindî dihêle hem xwe û hem jî cîhanê dewlemend dike. Ji ber ku her ziman cîhanek cuda ye.   Dagirkerên ku di ferqa vê girîngiya ziman de ne ji bo zimanê xwe xebatên tayebt didin destpêkirin û zimanê gelên bindest jî qedexe dikin. Komara Tirk jî ji roja ku hatiye ser kar perwerdehiya bi zimanê dayikê li dibistanan li zarokên kurd qedexe kiriye. Lê gelê  Kurd jî ku heta îro zimanê xwe parastiye, li alyêr din jî ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bi awayê fermî li dibistanan pê zarok bên perwerdekirin têkoşîna xwe  berdewam kiriye û ev têkoşîn didome.    Kurdan di encama vê têkoşîna xwe de gavek jî be bi dewletê paşve gav dan avêtin û mecbur ma ku wekî dersa bijarte zimanê kurdî li dibistanan bike zimanê perwerdeyê.  Serlêdanên ji bo dersa bijarte heta 20’ê sibatê  didomin malbat dikarin ji bo zarokên  xwe serlêdanê bikin, bibijêrin û daxwaza xwe ya ku  zimanê Kurdî bila bibe zimanê fermî û li herderê bê bikaranîn bidomînin.     Perwerdehiya bi zimanê dayikê misogerkirina hebûn gel e. Misogerkirina perwerdehiya bi zimanê dayikê xebata herî hêja ya ji bo jibîrnekirina paşerojê ye û avakirina pêşeroja xwe ye . Zimanê dayikê giyanê gel e û heta ku ziman bijîn, gel jî wê hebûna xwe bidomînin.