'Dermankirina girtiyan nayê kirin' 2026-03-10 14:21:00   RIHA - TÛAY-DER û OHD ên Rihayê, rapora ku der barê binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên Osmaniye, Tokat, Riha û Sêwregê de amade kirin, eşkere kirin.   TÛAY-DER û OHD ên Rihayê, rapora ku der barê binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên Osmaniye, Tokat, Riha û Sêwregê de amade kirin, eşkere kirin. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Rihayê Meral Halatê di civîna çapemeniyê de ku li TUHAY-DER'ê hat lidarxistin, binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgehên Girtî yên Tîpa T ya Hejmar 2 ya Osmaniye, Tîpa T ya Tokat, Tîpa T ya Hejmar 2 ya Rihayê û Tîpa T ya Hejmar 2 ya Sêwregê ragihandin.   Meral Halat diyar kir ku komîteyek ji bo lêkolîna binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehan hatiye avakirin, bi girtiyan re hevpeyvînên yek bi yek pêk aniye û pirsgirêkên cidî, bi taybetî der barê mafê tenduristiyê de, hatine tespîtkirin. Di hevpeyvînan de derket holê ku gelek girtî ji nexweşiyên kronîk û giran dikişînin ku hin ji wan tevî ku rewşa wan a jiyanê xetere ye jî, di girtîgehê de ne. Hat destnîşankirin ku Abdulkadir Kaya li Girtîgeha Rihayê ji ber pirsgirêkên dil û tansiyonê pêdivî bi emeliyatê heye û Hasan Demirtaş li Girtîgeha Tokatê nexweşiya Behçet û tayê pê re hene, lê bi rêkûpêk nayê dermankirin. Her wiha, hat gotin ku Omer Yaman li Girtîgeha Tokatê tevî ku tansiyona bilind û nexweşiyeke giran a çavan pê re hene jî, nehatiye emeliyatkirin.   Meral Halat her wiha diyar kir ku cezayên hin girtiyan ji ber sedemên curbicur hatine dirêjkirin.    Hat ragihandin ku li girtîgehên Riha, Sêwreg û Osmaniyeyê, înfaza hin girtiyan çend caran hatiye paşxistin, an jî cezayên wan bi rêya "şewitandina înfazê" bi hinceta cezayên dîsîplînê hatine dirêjkirin.   Her wiha hat gotin ku hin girtî demeke dirêj di hucreyên yekkesî de mane, xwegihîştina wan ji çalakiyên civakî û çandî re hatiye qedexekirin. Her wiha hat destnîşankirin ku di dema lêgerînên hucreyan de, eşya tên belwelakirin û tiştên kesane tên texrîbkirin.    Meral Halat got ku ev pêkanîn nîşan didinev êkanîn di pergala cezayî de îşaret bi binpêkirinên mafan dikin û got ku bi taybetî li dijî girtiyên siyasî cudakarî heye.