Li Yemenê rapora binpêkirinên mafan li hember jinan hat weşandin 2026-03-10 20:14:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Tora Maf û Azadiyan a Yemenê di navbrea 2017-2025’an de li 15 bajaran ji aliyê Husiyan ve li hember jinan 5 hezar û 834 binpêkirinên mafan hatine jiyîn.   Tora Maf û Azadiyan a Yemenê raporeke der barê binpêkirinên mafan yên li hember jinan weşandin. Di raporê de hat diyarkirin ku ji 1’ê Çileyê 2017’an heta dawiya sala 2025’an li 15 bajaran ji aliyê Husiyan ve li hember jinan bi giştî 5 hezar û 834 binpêkirinên mafan hatine kirin.   Li gorî raporê binpêkirin; birîndraî, qetilkirin, revandin, bi zor windakirin, îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk û sûcên din hatin ekirin. Ekîbên qadê hezar û 479 qetilkirin, 3 hezar û 398 birîndarkirin û 547 revandin, windakirin û îşkence tespîtkirin. Her wiha 176 jin û zarokên keç jî bi zorê bi armancên leşkerî an jî armancên din hatine komkirin.