'Bi veşartina daneyan pêşî li qetilkirinan nayên girtin' 2026-03-11 09:02:46   STENBOL - Sekretera Giştî ya KCDP’ê Şîrîn Yalincakoglu da zanîn ku zêdebûna qetilkirina jinan û mirinên bi guman yên jinan ne tesadufe û got: “Bi veşartina daneyên rast pêşî li qetilkirinan nayê girtin. Bi pêkhatina 6284 dikare pêşî li qetilkirinan bê girtin.”   Qetilkirina jinan û mirinên biguman yên jinanher diçin zêde dibin. Jin tevî biryarên parastinê û durxistinê ji aliyê gumanbaran ve tên qetilkirin.   Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Şîrîn Yalincakoglu derbarê tabloya heyî de axivî.   ‘Qanûna 6284 pêk nayê’   Şîrîn Yalinçakoglu, diyar kir ku sala dawî de qetilkirin û mirinên biguman yên jinan zêde bûn û wiha bi lêv kir: "Ev ne tesaduf e. Jin serî li polîsan didin lê qanûn bi bandor pêk nayên. Jin tundiyê dibînin serlêdanê dikin. Lê mixabin qanûna 6284 bi bandor pêk nayê. Yek ji sedema din ya zêdebûna qetilkirinan qelsiyên di asta lêpirsînê de ne. Em di mirinên biguman de her tim vê dibînin; li cihê maye mêrek heye. Berê tehdîd kiriye, êrîş kiriye. Jinê gilî kiriye lê tu tiştek der barê gumanbar de nehatiye kirin. Biryara dûrxistinê heye û ev têr nake. Ji bo jinên gilî dikin qanûna 6284 nayê vegotin. Jin mafên xwe nizanin. Jin dibêjin ger me bizanibûna ez ê cuda tevbigeriyama.”   ‘Polîtîka bêcezahiştinê cesaretê dide gumanbar’   Şîrîn Yalincakoglu ev tişt anî ziman: “Mafê jinan tê binpêkirin. Di serî de jî emniyet bin pê dikin. Cesaretê didin gumanbaran. Ji ber tedbîr nayên girtin gumanbar bi rehetî tevdigerin. Jin tên qetikirin. Jin li malê, kolanê, nexweşxaneyan, qada cemawerî û her derê bi aşkera tên qetilkirin. Bi veşartina daneyên rast pêşî li qetilkirinan nayê giritn. Bi pêkhatina 6284 dikare pêşî li qetilkirinan bê girtin Daneyên wezaretê rastiyê nîşan nadin. Hejmara heyî ji ya wezaret aşkera dike hîn bêtir zêd eye. Dewlet neçare qanûna 6284 pêk bîne. Divê li Peymana Stenbolê jî vegerin. Sûcdar ne jin in, mekanîzmayên paratsinê yên bikar nayên ne. Zêdebûna tundiya li ser jinan, qetilkirinan encama ku dewlet berprisyariyên xwe nayne cih e.”   Şîrîn Yalincakoglu balkişand ser tundiya di civakê de her diçe zêde dibe û wiha bi lêv kir: “Em jin wê li dijî vê pêvajoyê û gotinan bin. Em nikarin tundiyê ji nedîtîve bên. Li her derê cîhanê tundî li ser jinan heye. Ya ku pêşî li tundiyê bigire tevgera jinê ye.”