Li Aydinê jinek hat qetilkirin 2026-03-12 20:02:07   AYDIN - Li navçeya Germencîkê Îbrahîm Akgun, dayika xwe Meryem Akgun bi alavek hişk qetil kir.   Li navçeya Germencîk a Aydinê Îbrahîm Akgul, dayika xwe Meryem Akgul bi alavek hişk qetil kir. Bûyer di 8’ê Adarê de hat jiyîn û Meryem Akgun ji aliyê keça wê ve li mirî dît. Piştî agahî hat dayîn ekîbên tenduristiyê û cendermeyan hatin cihê bûyerê.   Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û çarçoveya lêpirsînê de hat diyarkirin ku kurê wê Îbrahîm Akgun, Meryem Akgun qetil kiriye. Gumanbar ji aliyê dadgehê ve hat girtin.