15 sendîkayan ji bo Abdullah Ocalan bang kirin 2026-04-27 12:47:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Spanya û Baskê 15 sendîkayan ji bo "mafê hêviyê" û pêşîvekirina li pêvajoya diyalogê bang li Konseya Ewropayê kirin.   Sekreterê Giştî yê CGT Burgos Néstor Cerezo Morquillas, Confederación Intersindical û Confederación Intersindical Galega jî di nav de 15 sendîkayan daxuyaniyeke hevpar weşandin û ji bo pêşîvekirina li tevlîbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li pêvajoya aştiyê bang kirin.   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Rojhilata Navîn ji ber şerê ku Îran jî di nav de ye bi krîzeke nû re rû bi rû ye û hate gotin, Tirkiye ew welat e ku yekser tevlî şer nebûye. Hate destnîşankirin ku pêwendiya vê rewşê bi nêzîkatiya  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re heye ku têkildarî herêmê "diyalog û lihevkirinê" dide pêş.   Sendîkayan diyar kirin ku li hemberî bûyerên li Sûriyeyê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan perspektîfeke ji kêmkirina rageşiyê û meşandina danûstandinên siyasî pêşkêş kir. Hate gotin, mercên girtîgeha li Îmraliyê li pêşiya bicihanîna roleke çalak dibe asteng.   Di daxuyaniyê de serdana ku Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ya Meclîsê di sala 2025'an de li Îmraliyê kir weke "gaveke girîng" hate pênasekirin û hate ragihandin ku di mercên girtîgehê de guhertineke şênber çênebûye. Di daxuyaniyê de her wiha hate bibîrxistin ku rapora komîsyonê ya ku Sibata 2026'an hate weşandin işaret bi pêwîstiya bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn hate kirin.   Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:   "Di Sibata 2026'an de rapora dawî ya komîsyonê hate weşandin. Di raporê de hate destnîşankirin ku divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê (AYM) bi cih bêne anîn û pêşniyar hate kirin ku mekanîzmayên heyî bêne xurtkirin. Lê belê çarçoveya têkoşîna li dijî terorê hîn jî tê bikaranîn û ev yek li pêşiya diyalogeke rasteqîn û lihevkirineke mayinde astengî ye. Rapor diyar dike ku hikumeta Tirk pêşniyara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya Îlona derbasbûyî not kiriye, lê belê ji bo bicihanîna wê gaveke şênber neavêtiye.   Li gel zor û zehmetiyên mezin ên ji ber rewşa heyî ya herêmî, Birêz Ocalan biryardariya xwe ya ji bo veguherandina daxuyaniyên xwe ya bi çalakiyên şênber, bi rengekî hevgirtî nîşan daye. Piştî banga wî PKK'ê ragihand ku dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî aniye û weke organîzasyonekê xwe fesix kiriye. Di vê çarçoveyê de par 88 xelatgirên Nobelê û bi sedan sazî û kesayetan ragihandin ku ew piştgiriyê didin hewldanên Birêz Ocalan ên ji bo jiyana bi hev re. Di salvegera banga 2025'an de Birêz Ocalan daxuyaniyeke nû weşand ku tê de dilsoziya xwe ya bi aştiyê û demokratîkbûna Komara Tirkiyeyê careke din destnîşan kir.   Bi vê perspektîfê, ji bo bicihanîna biryara Ocalan a 2014'an a DMME'yê û naskirina 'mafê hêviyê' em bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dikin. Ji bo rewşa hiqûqî ya Birêz Ocalan bê nirxandin û tevkariyeke tam li pêvajoya aştiyê bike, ev yek gaveke destpêkê ya jiyanî ye.   Ji ber vê yekê em dixwazin ku Abdullah Ocalan bê berdan û bêyî ku li astengiyekê rast bê, firsendeke tam jê re bê dayin ku karibe tevlî pêvajoya aştiyê bibe."   Sendîkayên ku bang kirin bi vî rengî ne:   Bi navê Sekreteriya Têkiliyên Navneteweyî ya Konfederasyona Kar a Giştî ya Spanyayê (CGT) David Blanco,   Sekreterê Giştî yê CGT Burgos Néstor Cerezo Morquillas,   Yekaneya Têkiliyên Navneteweyî ya Confederación Intersindical,   Confederación Intersindical Galega,   Rêxistina Sendîkaya Karkeran a Aragonê (OSTA),   Sendîkaya Piştevaniyê ya Karkeran (Solidaridad Obrera),   Sekreterê Giştî Sendîkaya ELA ya welatê Baskê Mitxel Lakuntza,   Sekreterê Têkiliyên Navneteweyî ya LAB'ê ya welatê Baskê Koldo Sáenz de Benito,   Koordînatorê Sendîkaya ESK a welatê Baskê Patxi Nicolau,   Sekreterê Giştî yê “La Intersindical” a Katalonyayê Sergi Perelló,   Katalonya IAC (Intersindical Alternativa de Catalunya),   Berdevka “Intersindical Valenciana” ya Valenciyayê Beatriu Cardona i Prats,   Serokê Intersindical Solidària ya Valenciayê Vicent Maurí Genovés,   Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Karkeran a Endulusê (SAT) Óscar Reina Gómez,   Sekretera Navneteweyî ya Tevgera Karkeran a Giravên Kanaryayê (MTC) Lucy Rodríguez.