Ji DÎSMEK’ê 15 kursên nû 2026-05-04 12:55:20   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi 15 kursên nû yên ku di bin banê DÎSMEK’ê de vekirine, armanc dike ku jêhatîbûna pîşeyî ya welatiyan pêş bixe û beşdariya wan a îstihdamê xurt bike. Serlêdanên ji bo perwerdehiyên ku di qadeke fireh de tên pêşkêşkirin, dê heta 17’ê Gulanê berdewam bikin.   DÎSMEK (Kursên Perwerdehiya Hunerî û Pîşeyî ya Amedê) ku di bin koordînasyona Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de tê birêvebirin, di serdema nû de jî deriyên xwe ji welatiyên ku dixwazin di qadên cuda de perwerdehiyê bibînin re vedike. Ji bo perwerdehiyên ku dê ji aliyê rahênerên pispor ve werin dayîn, dê hejmareke sînordar a kursiyeran were qebûlkirin.   Serlêdana dawî 17’ê Gulanê ye   Welatiyên ku dixwazin ji kursan sûd werbigirin, dikarin heta 17’ê Gulanê serlêdanên xwe temam bikin. Agahiyên berfireh ên der barê pêvajoya serlêdanê û perwerdehiyan de, li ser navnîşana DÎSMEK.diyarbakir.bel.tr têne dîtin.   Dê di 15 beşên cuda de perwerde werin dayîn   Kursên ku dê di serdema nû de werin vekirin; çêkirina lîstokên darîn, amigurumi, tembûr û perwerdehiya deng, lênihêrîna çerm, nexşandina çîniyan, hunerên destan, e-bazirganî, kuaforî, sêwirana modayê, wêne, seramîka sar, nexşandina kevir, tekstîl, kompîtura bingehîn û analîstiya daneyan li xwe digire.   Perwerdehî, dê li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê û Navenda Kursê ya Parka Goletliyê werin dîtin. Bernameyên kursê (agahiyên dîrok û saetê), piştî temambûna serlêdanan dê zelal bibin.   Di dawiya perwerdeyê de dê belgenameya beşdarbûnê were dayîn   Ji beşdarên ku kursan bi serkeftî biqedînin re dê belgenameya beşdarbûnê were dayîn. Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, bi van kursên vekirî armanc dike ku welatî hem jêhatîbûnên pîşeyî bi dest bixin hem jî piştgirî bide beşdariya wan a îstihdamê.