Li Cizîrê sembola berxwedanê: Asya Yuksel 2026-05-10 09:04:33   ŞIRNEX- Yek ji jinên di qedexeyên derketina derve ya di 2015’an de li Cizîrê hat îlankirin de di bodruman de hat qetilkirin Asya Yuksel e. Asya Yuksel bû sembola berxwedana Botanê.   Li Cizîra Şirxê di 12’ê Tebaxa 2015’an de ji sliyê rveberiyên herêmî ve xweserî hat îlankirin û piştî vê bajar hat dorpêçkirin. Piştî van qedexeyan dest pê kir û di 4’ê îlonê de qedexeya ewil hat îlankirin 9 rojan berdewam kir. Bajar hate bombebarankirin. Di vê qedexeyê de 21 kes hatin qetilirin. Cara duyemîn di 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin. 79 rojan berdewam kir û 177 kes di bodruman de bi giştî 288 kes hatin qetilkirin. Yek ji kesên di bodruman de hatin qetilkirin hevseroka meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel bû. Asya Yuksel di 44 salî de hat qetilkirin   Du caran bêyî daxwaza xwe hat zewicandin   Asya Yuksel di 1971’ê de li gundê Odul a Qileban a Şirnexê hat dinê. Di 19 salî de bi daxwaza malbatê hat zewicandin. Di 1999’an de ceyran bi hevjînê wê digire û jiyana xwe ji dest dide.Asya Yuksel cara duyemîn bi zexta malbatê hat zewicandin. Bi awayekî sîstematîk ji wî mêrî jî tundî dît. Asya Yuksel serî netewand û dest ji mêr berda.   Xebatên jinan meşand   Asya Yuksel li dijî zext û êrîşan azadiya jinê parast, di 2005’an de li Qilabanê tevli xebgatên DEHAP’ê bû. Heta 2011’an bi awayekî çalak xebat meşand. Li bajarên Sêrt û Êlihê xebatên jinan meşand. Di 2015’an de bû hevseroka meclîsa gel a Cizîrê.   Cenazeya wê hat tevlihevkirin   Di qedexeya 79 rojan de bi dehan kes di bodrumên avahiyan de asê man. Yek ji wan Asya Yuksel bû. Cenazeya Asya Yuksel bi kesên ligel wê rakirin SAziya Tipa Edlî ya Rihayê û li wir cenazeya wê bi Azîme Yildizgorer re hat tevlihevkirin.  Malbata wê cenazeya Azîme Yildizgorer li gundê xwe defin kirin. Sê meh şûnde bi encama testa DNA’yê re derket holê ku cenaze ne aydê Asya Yuksel e. Malbatê cenazeya wê girtin û ligel birayê wê defin kir.   Mîrateya têkşînê ji jinan re hişt   Asya Yuksel ku got ‘ez dayik im, ez çawa zarokên xwe bihêlim û biçim’heta roja dawî ya qedexeyê berxweda û bû sembola berxwedanê. Jiyan û têkoşîna Asya Yuksel di serî de ji bo jinên Botanê ji bo hemû jinan bû mîrateya têkoşînê.