'Ji Gulîstan Doku heta Rojîn Kabaîş bêcezahiştin zêde dibe' 2026-05-12 09:04:49   Buşra Turan   QERS - Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Qersê Gulcan Alp, bal kişand ser kuştinên jinan û bêcezatiya di doza Gulîstan Doku de û got, "Ev doza ku şeş sal in hewl tê dayîn were veşartin, ji hêla dewletê ve tê paşguhkirin. Ev hilweşîn berhema zîhniyeta serdestiya mêran e."   Li Kurdistan û Tirkiyeyê, kuştinên jinan êdî ne pirsgirêkek ji rêzê ye; ew veguheriye siyasetek sîstematîk ku ji hêla zîhniyeta serdestiya mêran û  dewletê ve tê rêvebirin ku nasnameya jinan paşguh dike. Mertalê bêcezatiyê ku ji doza Gulîstan Doku bigire heta dosyaya Rojîn Kabaîş dirêj dibe, sûcdaran diparêze, lê ev pergal ku jinan mehkûmî tundûtûjiyê dike, hilweşîna civakî kûrtir dike. Her dozek veşartî û her înîsiyatîfa jinan a astengkirî berdewam dike bi awayê îdeolojîk rê li ber kuştina jinan vedike.   Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Qersê Gulcan Alp, bêqanûniyên di doza Gulîstan Doku de û asta hilweşîna civakî nirxand.   'Gulîstan Doku ji aliyê dewletê ve hat tunekirin'   Gulcan Alp diyar kir ku zêdebûna kuştinên jinan ji ber zîhniyeta serdestiya mêran tê û bal kişand ser doza Gulîstan Doku û mirinên bi gûman ên jinan. Gucan Alp got, "Ev hilweşîna civakî li Tirkiyeyê ji têgihîştina mêran a 'ew ya min e' û zîhniyeta paşguhkirina jinan tê. Zîhniyeta mêran û zîhniyeta dewletê ku em her tim qala wê dikin, di warê hişweşîna cîvakî pêşengtî kiriye. Kuştina jinan, tundiya li ser jinan û paşguhkirina jinan li Tirkiye û Kurdistanê, bi aliyên xwe yên psîkolojîk, aborî û civakî, pirsgirêkên cidî ne. Doza Gulîstan Doku bi rastî jî mijarek e ku şeş sal in ji hêla dewletê ve hatiye veşartin û paşguhkirin. Dema ku me doza Gulîstan Doku lêkolîn dikir, me şahidiya bêhejmar kuştinên jinan ên din kir. Gelo mirin an kuştina hevala Gulîstan Rojvelat Kizmaz li Êlihê dikare normal were hesibandin? Çiqas normal e? Di dema lêgerînê de dîtina laşên bêcan ên jinên din di bin avê de nîşanek e ku çiqas tundî di medyayê de hatiye ragihandin an jî hatiye veşartin. Di nava çar dîwaran de hştina jinan ne tiştekî ku bê qebûlkirin e."   'Dewlet dewlet ber bi hilbijartinê ve mirinên jinan dike amûr'   Gulcan Alp, bal kişand ser pêwîstiya guhertina zihniyeta siyasî ya heyî  û got, "Berî her tiştî, divê Peymana Stenbolê di zûtirîn demê de were pejirandin û divê qadên aborî, perwerdehî û civakî ji bo jinan bên vekirin. Wezîrê Dadê guherî, dozgerê Dêrsimê guherî, lê ma çîrok ne eynî ye? Heman hikûmet, tenê navan diguherîne, bi heman zihniyetê siyasetê dike. Mîna, gelo Suleyman Soylu nedikarî wan bibîne ger bixwesta? Van tiştan ji hêla dewletê ve têne veşartin. Dayik û xwişka Gulîstan Doku vê yekê her tim di rojevê de digirtin. Niha dewlet diçe hilbijartinan û hewl dide ku mirina jinan bike amîrê siyaseta xwe."   'Dewletê Ciwanan dikişîne nav fuhuş û tiryakê'   Gulcan Alp, diyar kir ku aliyên siyasî û aborî yên tundiy û gotûbêjên li ser malbatê bi rastiyên li ser erdê re li hev nakin. Gulcan Alp pirsî, "Çima rektorê Rojin Kabaiş ji axaftina bi bavê wê re xwe dûr dike? Dewlet ciwanan tevlî fuhûş û tora tiryakê dike ku jin û ciwan nekevin nav siyasetê an jî nebin xwedî hişmendiya siyasî. Kuştinên jinan ên ku tevî îlankirina 'Sala Malbatê' qewimîn ne normal in; ev kuştin û tundî siyasî ne. Dema ku hûn dibêjin 'Werin em  malbatê biparêzin, herî kêm 3 zarokan çêbikin,' we çawa bingeha vê malbatê danî?”   'Ew ji vê kuştinên civakî re dibêjin 'dînîtî''   Gülcan Alp, bandora medyayê li ser têgihîştina giştî û xetereyên ku ji ber xwedîkirina çekan a takekesî diafirîne rexne kir û veguherîna têgeha malbatê ji bo "rizbûnek" di vê serdemê de bi van gotinan vegot: "Berê, di rêzefîlmên TV-yê de, dewlemendandan desthilatdarî winda dikir û kesê bi rûmet qezenc dikirin. Lê gava em li rêzefîlmên îroyîn dinêrin, ez difikirim ku malbat niha di vê serdemê de hilweşînek e. Hûn çawa dikarin malbatê pîroz bikin? Dema ku hevjîn li hev bikin malbat tê avakirin. Ji bo anîna zarokan jî divê herkes li gorî enerjiya xwe tevbigere. Me ev di bûyera Meraşê de dît; ew zarok wekî kujer nehatiye dinê, lê rewşa dêûbavan eşkere ye. Wekî dayikek, ez ê bitirsiyama ger min çekek li ser maseyê bidîta. Zîhniyetek ku heft çekan di malê de dihêle pirsgirêk veguherandiye kuştinek civakî. û ew jê re dibêjin 'dînîtî'."   'Em bi hikûmetekê re rû bi rû ne ku kuştinên jinan dozên neçareserkirî nabîne'   Gulcan Alp, bi gotina ku siyaseta bêcezatiyê "siyaseteke dewletê" ye, bal kişand ser pîvanên dualî yên di darazê de û komkujiyên ku bêçareserkirin dimînin û got, "Dewlet tenê ji ber ku pê re ne li hev in, li ser mirovan siyasetek bêcezatiyê dimeşîne, lê li ser alîgirên xwe siyasetek bêcezatiyê nameşîne. Mêrekî ku jinek kuştiye ji ber helwesta xwe ya li dadgehê û ji ber ku kravat kiriye sutiyê xwe, cezayê wî kêm dibe; ev şerm e. Kesên ku ji bo yekîtî, wekhevî û azadiya baweriyê ya hemû gelan parêzvaniyê dikin, yên ku qet zirarê nadin zindiyek, ji hêla dewletê ve wekî 'sûcdarên mezin' têne hesibandin û jiyana wan tê hedefgirtin. Lê ew kesekî dikujin û şeş salan vê yekê vedişêrin. Li Tirkiyeyê raporên 17,000 kuştinên neçareserkirî hene, lê hikûmet dibêje, 'Ji dema ku em hatine ser desthilatê, kuştinên neçareserkirî çênebûne.' Em bi hikûmetekê re rû bi rû ne ku kuştinên jinan wekî kuştinên bêçareserkirin. Lêbelê, dewletek mirovî, qanûnî û exlaqî jiyana jinan divê biparêze. Bila jin bijîn da ku çand bijî.”   Gulcan Alp bal kişand ser zirara ku ji ber bêdengiya civakê ya di derbarê doza Narîn Guran de çêdibe, diyar kir ku tirsandina jinan ji parastina mafên xwe dibe sedema hilweşînek mezin a civakî û got, "Doza Narîn tirseke sed salî ye. Li gundekî ewqas piçûk çi diqewime? Bûyer hîn jî nehatiye zelalkirin. Ev birîna me ya nedermankirî ye. Ger hûn her tim pirsgirêkek di bin xalîçeyê de bihêlin, rojekê dema ku hûn wê xalîçeyê rakin, hûn ê bi ewrek tozê re rû bi rû bimînin."   'Heta ku jin  hebin dikarin civakê rast bikin'   Di dawiyê de, Gulcan Alp, bal kişand ser rola pêşeng a jinan di veguherîna civakî de û girîngiya wê hişmendiyê û diyar kir ku têkoşîna jinan hêza bingehîn e ku dê hem malbat û hem jî bajar baştir bike. Gulcan Alp got, "Werin em hay ji xwe hebin. Ger em hay ji xwe hebin, em ê hay ji malbat, civak û dewleta ku em tê de dijîn jî hebin. Di destê me de ye ku em bêyî ku zirarê bidin zarok û hevalên xwe piştgiriya wan bikin û malbat û civakek nû ava bikin. Ji jinan netirsin, ji jinên siyasî netirsin. Ji bîr mekin ku li vî welatî, em jin in ku we mêran diparêzin, ji bo we dixebiti. Baweriya xwe bi edaleta me, baweriya me bînin. Ger hûn bi me re di vê rêyê de bimeşin, em ê malbat û bajarên xwe baştir bikin."