Ji kolanên Cizîrê: Em perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin 2026-05-13 09:16:45   Neslîhan Kardaş   ŞIRNEX-Ber bi 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ve, jin der barê girîngiya zimanê dayikê de axivîn û diyar kirin ku bi zimanê dayikê perwerdehî şert e.   Zimanê Kurdî ku bi sedsalane di stranên dengbêjan de, lorînên dayikan de, bîra kolanê de dijî, ne tenê zimanê ragihandinê, yek ji sembola herî xurt a têkoşîna hebûna gelekî ye. Bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye, Kurdî bi daxwaza statuyê di rojevê de ye. Kurd ji bo zimanê wan di her qadê de bê nasîn, ji perwerdehiyê heta tenduristiyê ji edliyeyê heta avahiyên xizmeta şaredariyê bigihêje statuya fermî têdikoşin. Gelê Kurd li her qadê ji bo statuya zimanê xwe daxwazên xwe tînin ziman.   Ber bi 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ve, li Cizîrê jin der barê girîngî û statuya zimanê Kurdî de axivîn.   Jinên Cizîrê diyar kirin ku ew Kurd in û wê li her derê Kurdî biaxivin û wiha gotin: “Ziman ji bo me girîng e. Zarokên me hîna bi zimanê xwe perwerdehiyê nagirin. Li nexweşxaneyan kesekî Tirkî bizanibe li gel me tune be em nikarin xwe îfade bikin.”   Jinan ji bo pirsa der barê girîngiya ziman de jî diyar kirin ku zimanê wan çeka wan e û ziman ji bo nasnameya jinê jî gelek girîng e.