Ji DBP û DEM Partiyê daxuyaniya 15'ê Gulanê 2026-05-15 11:37:23   NAVENDA NÛÇEYAN - DBP û DEM Partî 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi daxuyaniyên nivîskî pîroz kirin û wiha gotin: “Ev roj ne tenê roja zimanekî ye, di heman demê de roja berxwedan û xwedîderketina li nasnameyê ye.”   Di 15'ê Gulana 1932'yan de, bi pêşengiya rewşenbîr û zimannasê Kurd, Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên Latînî hat çapkirin. Di sala 2006'an de 15'ê Gulanê weke “Roja Cejna Zimanê Kurdî” hat ragihandin û gelê Kurd ji wir û şûn ve her sal 15'ê Gulanê weke “Cejna Zimanê Kurdî” pîroz dike.   Bi boneya 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî Partiya Herêmên Demokratîk, (DBP) û DEM Partî bi daxuyaniyên nivîskî parve kirin peyamên xwedîderketina ziman dan.   Roja xwedîderketina nasnameyê   DBP'ê bi bîr xist ku di 15ê Gulana 1932'yan de bi weşandina Kovara Hawarê ya ji aliyê Mîr Celadet Elî Bedirxan ve, bingeha nûjen a ziman û wêjeya Kurdî hatiye avêtin. DBPê destnîşan kir ku Hawar di şert û mercên dijwar de ji bo zimanê Kurdî bûye deng û hêviya zindîbûnê, loma ev roj ne tenê roja zimanekî ye, di heman demê de roja berxwedan û xwedîderketina li nasnameyekê ye.   DBP'ê diyar kir ku tevî hemû polîtîkayên înkar û bişaftinê jî, gelê Kurd zimanê xwe bi berxwedan û bedelên giran gihandiye roja îroyîn. DBPê anî ziman ku her hevoka bi Kurdî israra ji bo azadî û wekheviyê ye û wiha domand: “Divê em hemû qadên jiyanê bi zimanê xwe bixemilînin. Malên xwe ji xwe re bikin dibistan, zimanê xwe bigihînin nifşên nû, xwedî li çand û hunera bi zimanê xwe yê dayikê derkevin.”   DBP'ê bal kişand ser polîtîkayên yekperest û bişaftinê yên ku hîn jî didomin û ev tişt got: “Her çend em îro di qonaxeke dîrokî re derbas bibin jî, em hîn li hemberî pergala yekperest hawara xwe ya ji bo zimanê xwe didomînin. Yek ji zaraveyên me Kirmanckî/Zazakî niha bi din xeteraya windabûnê de ye. Ev rewş encama rasterast a polîtîkayên înkar û bişaftinê ye ku bi salan li ser zimanê Kurdî tê meşandin. Parastina Kirmanckî/Zazakî, di heman demê de parastina pirrengî, çand û bîranîna gelê Kurd e. Divê baş were zanîn ku zimanê Kurdî ji bo gelê Kurd xeta sor e û daxwaza me eşkere ye. Em ji bo zimanê xwe ‘statu’ û perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin. Bi vê mebestê, cejna zimanê me li hemû ax û welatê me, li gelê me pîroz be. Em ê tim bi Kurdî bixwînin, binivîsin, biaxivin û bijîn!”   Bikaranîn û pêşxistin girîng e   DEM Partî di daxuyaniya xwe de 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û wiha got: “Pêvajoya ku di sala 1932an de li Şamê bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan dest pê kir, ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û bikaranîn û pêşxistina zimanê Kurdî yê ku gelê Kurd bi salan jê bêpar hatibû hiştin, nîşana serdemeke girîng e. Ziman; bîr, çand û nirxên bingehîn ên jiyana hevpar a gelan in. Zimanê dayikê, nîşana herî xurt a nasnameya gelan e. Ji ber vê yekê, azadiya ziman ne tenê mafekî çandî ye, di heman demê de bingeha jiyaneke wekhev, demokratîk û mafê beşdariya siyasî ye.”   Di berdewamê de DEM Partiyê da zanîn ku Kurdî yek ji zimanên herî kevnar ên Mezopotamyayê ye û wiha ev tişt gotin: “Lê ji ber polîtîkayên yekperest û cudaxwaz ên netew-dewletan bi salan di bin zextê de maye û bi milyonan mirov ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar hatine hiştin. Nenasîna mafê zimanê dayikê, îro jî wekî yek ji sedemên herî girîng ên pevçûnên civakî berdewam dike. Aştiya civakî tenê bi xurtkirina nirxên demokratîk û lihevkirina civakî pêkan e.   DEM Partî bal kişand ser têkoşîna hevpar a mafê perwerdehiyê û got: “Naskirina mafê perwerdeyê yê ku gelê Kurd li Sûriye/Rojava bi têkoşînê bi dest xistiye û pêşdebirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Tirkiyeyê bi hev ve girêdayî ne. Misogernekirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo jiyana hevpar a hemû gelên Rojhilata Navîn jî rîskeke mezin dihewîne. Banga jiyana hevpar a ku Birêz Abdullah Ocalan di 27'ê Sibata 2025an de kiribû, ji bo ku gel li ser zemîneke wekhev û demokratîk di xaleke hevpar de bicivin, perspektîfeke dîrokî pêşkêş kiriye.”   Di berfirehiya daxuyaniya xwe de DEM Partî bal kişand rêbazên parastina ziman û derbarê mijarê de wiha got: “TBMM wekî pêdiviya lihevkirina civakî, divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ku mafekî jêneger e, bixe bin ewlehiyê. Divê bikaranîna Kurdî di qada giştî û saziyên fermî de bê dabînkirin. Statuya Kurdî, Perwerdeya bi Kurdî daxwaza me ya herî rewa û mafê gelê Kurd ê xwezayî ye. Gelekî ku xwedî li zimanê xwe yê dayikê derdikeve, di heman demê de nasname, bîr û siberoja xwe jî diparêze.   Di vê roja watedar de, em bang li hemû jin, ciwan, kedkar û ronakbîran ên ku ji bo ziman, çand û nasnameya me têdikoşin dikin ku em bi hev re bibin hêza avaker a civaka demokratîk, berpirsiyariyê bigirin ser xwe, li dora “zimanê dayikê” ku nirxekî hevpar ê civaka demokratîk e bicivin, civakîbûnê bihûnin û civaka demokratîk bi hev re ava bikin. Bi diruşma; ‘Statuya Kurdî, Perwerdeya bi Kurdî’ em Cejna Zimanê Kurdî li Celadet Alî Bedirxan û hemû xîretkêş û xebatkarên zimanê Kurdî û gelê Kurd pîroz dikin.