Lêpirsîna Rojîn Kabaîş: Ji bo analîzê ekîp tê Wanê 2026-05-15 14:22:17   WAN- Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku ekîbek taybet ji bo analîzkirina stasyona bazê di çarçoveya lêpirsîna Rojin Kabaiş de hatiye erkdarkirin û ew ekîb dê hefteya bê bigihîje Wanê da ku lêkolînê bike.   Derbarê mirina gumanbar a Rojin Kabaiş a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil (YYÜ) ya Wanê pêşketinek nû çêbû. Serokê Baroya Wanê Sînan Özaraz agahî parve kir ku ekîbek taybet ji bo analîzkirina stasyona bazê di çarçoveya lêpirsînê de hatiye erkdarkirin û ew ekîb dê hefteya bê bigihîje Wanê da ku lêkoşînê bike.   Sînan Ozaraz diyar kir ku di encama nameyan de bi rêya Wezareta Karên Hundir, ji Çînê hin agahî hatine xwestin û ew li benda biryarekê ne ka gelo telefon dê li gorî vê agahiyê ji bo analîzê were xwestin an na.