Doza Kobanê: Ji bo avakirina aştiy dawî li dijhiqûqiyan bînin 2026-05-15 16:35:24     ENQERE - Gulîstan Kiliç Koçyîgît di civîneke çapemeniyê de bi boneya duyemîn salvegera biryara doza Kobanî axivî û diyar kir ku rêya avakirina aştiyê bi dawîanîna darizandinên dijqanûnî derbas dibe.   Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a DEM Partiyê di salvegera 2'emîn a biryara Doza Kobanê de li ber Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê daxuyanî da. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît , Hevberdevke Komîsyona Hiqûq û Mafên mirovan ê DEM Partiyê Ozgur Turkdogan, parlamenterên DEM Partiyê, rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên Enqereyê û endam û nûnerên saziyên demokratîk tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Divê girtiyên doza Kobaneyê bên berdan” dinivisî hat rakirin. Girse dirûşmeya “Girtiyên doza Kobaneyê rûmeta me ne” berz kir.?   ’Divê biryarên dadgên bilind bên bicih anîn’   Di daxuyaniyê de ewilî Ozgur Tukdogan derbarê salvegera darbeya siyasî ya li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di 4'ê Mijdara 2016'an de pêk hat axivî û got: “Du sal li ser biryara doza Kobanê re derbasbû. Hê jî 14ê hevalên me bi biryarên sîyasî ve girtinê. Di 2014'an de lêpirsin hat vekirin û cardin hat girtin. Piştî ev dosya hat girtin li Tirkiyeyê hin geşedan pêk hatin. Hewildana darbeyê pêkhat, Mekazagon hat guhertin. Di 2020an de bi lêzgînî lêpirsîn di doza Kobanê de hat destpêkirin. Em ji vê dozê weke doza kompasê bi nav dikin. Dadgeha Mafên mirovan ya Ewropayê (DMME) derbarê berdanê de biryar da. Hevalên me tewanbarkirina kuştin û talanê hatin tawanbarkirin lê li van hemûyan berat kirin. Di hiqûqa cezakirinê de tiştekî mina alikarî jî nîne. Tenê bi parvekirinên li ser medyaya civakî hatin cezakirin. Ew girtin bê hiqûqi ye. Em bang li berpirsan dikin ku vegerin ser mafên mirovan û biryarên dadgehên bilind bi cih bînin. ”   ‘Edî pêvajoyeke nû despêkiriyê’   Piştî axaftina Ozgur Turkdogan Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivî û bi lêv kir ku ji bo pêşî li pêşketina HDPê bê girtin ew doz hatiyê vêkirin û wiha got: “Xwestin di qada sîyaseta demokratik de HDP tûne bikin. Armanca sereke ya vê dozê girtina HDP bû. Di doza Kobanê de gelek biryarên DMMEyê hene. Girtina hevalên me ye bi awayekî bê hiqûqî berdewam dike. Edî pêvajoyeke nû despêkiriyê. Em çarêseriya demokratik diaxivîn. Armanca me aştî bê çima hevalên me hê nehatine berdan. Heta Selahattîn Demirtaş û Figen Yüksekdag neyên berdan aştî nikarê bê ava kirin. Gelo heta hemû girtiyên sîyasî û girtiyên nexweş neyên berdan aştî çava dê pêk were? Divê her kes li gorî vê pêvajoyê tevbigerê. Berpirsyaryên xwe bi cih bînê.”   Daxuyanî bi berzkriina dirûşmeyan bi dawî bû.