Jinan li Îzmîrê giliyê Rahmî Koç kir 2026-06-08 14:31:45   ÎZMÎR - Rêxistinên maf û hiqûqê piştî daxuyaniya li pêşberî Edliyeya Îzmîrê, li dijî gotinên zayendperest ên Rahmî Koç serî li serdozgeriyê dan û bang li dozgeriyê kirin ku lêpirsîneke bêalî bide destpêkirin.   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, Koma Parêzerên Hemdem, Hiqûqnasên ji bo Edaletê û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê li pêşberî Edliyeya Bayrakliyê ya Îzmîrê. Derbarê gotinên Rahmî Koç de daxuyanî dan.   Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê rê nedin cihêkarî, zayendperestî û nîjadperestiyê” hat vekirin û dirûşmeyên weke, “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên maf û hiqûqê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna hevpar ji aliyê Hevseroka Şaxa OHDê ya Îzmîrê parêzer Fatma Demîrer ve hate xwendin.   Fatma Demîrer anî ziman ku gotinên Rahmî Koç pîvan û qalibên tewş ên ku nasnameya Kurd piçûk dixin û Kurdan wekî civakeke kêm-zanîn nîşan didin, ji nû ve hildiberîne û got: “Nêzîkatiyên ku jinan di ser kêm-fêmkirinê re dikin mijara henek û mîzahê, nayên qebûlkirin. Cihêkarî piranî ne bi rengekî rasterast, lê di bin navê mîzah, zimanê rojane an jî ‘henekan’ de, bi rêya qalibên normalîzekirî tê belavkirin. Lê şêwazê wê çi dibe bila bibe, her gotina ku grûpeke civakî piçûk bixe, cihêkar e.”   Fatma Demîrer bal kişand ser polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên li ser gelê Kurd û wiha got: “Gelê Kurd yek ji gelên qedîm û avaker ên vê erdnîgariyê ye. Tevî vê yekê jî bi salan bi polîtîkayên dervehiştinê re rû bi rû maye. Îro jî ev nêzîkatiyên cihêkar bi şêwazên cuda berdewam dikin. Jinên Kurd encamên herî giran ên vê pergala zilmê ya piralî jiyane; hem ji ber ku jin in bi serdestiya baviksalarî re, hem jî ji ber nasnameya xwe ya neteweyî bi cihêkariya etnîkî re rû bi rû mane. Tevî vê yekê jî, jinên Kurd bûne kirdeya herî bi hêz a têkoşîna azadî û demokrasiyê; tevgera jinê di asta navneteweyî de ezmûneke mezin ava kiriye.”   Fatma Demîrer bang li dozgeriyê kir ku lêpirsîneke bandor, bêalî û berfireh bide destpêkirin û banga xwe ya ji bo raya giştî wiha bi dawî kir: “Li dijî cihêkariyê derketin berpirsiyariya her kesî ye. Parastina rûmeta jinan, wezîfeya mirovahiyê ye. Parastina wekheviya gelan, vîna pêşerojeke demokratîk e.”   Piştî ku daxuyaniya çapemeniyê bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû, parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê dan û giliyê Rahmî Koç hate kirin.