Ji Şaredariya Rezan atolyeya têkoşîna li dijî tundiyê 2026-06-09 18:35:25   AMED – Şaredariya Rezan di çarçoveya kampanya ‘Gotina me neqedya, em ê bi hev re tundiyê rawestî’in' li gundê Gelt bi jinan re hat gel hev û bi sernavê tundiya dîjîtal û zayenda civakî atolye pêk anî.   Şaredariya Rezan a Amedê di çarçoveya kampanya ‘Gotina me neqedya, em ê bi hev re tundiyê rawestî’in' li gundê Gelt bi jinan re hat gel hev û bi sernavê tundiya dîjîtal û zayenda civakî atolye pêk anî.   Beriya xebatê li gund derî bi derî geriyan û bang kirin ku jin bibin parçeyê piştevaniyê.   Di atolyeyê de psîkologa saziyê axivî û der barê tundî, newekhevî û rolên zayenda civakî de nirxandin kir.