Li Amedê atolyeya çêkirina çenteyan:Serlêdanan dest pê kir 2026-06-16 18:12:40   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca pêşxistina jêhatîbûna pîşeyî ya jinan û piştgirîkirina tevlêbûna wan a di hilberînê de, Atolyeya Çêkirina Çenteyan a bêberamber li dar dixe. Di vê çarçoveyê de, ji bo Atolyeya Çêkirina Çenteyan a ji bo jinan, serlêdanan dest pê kir.   Xebata atolyeyê, dê li Navenda Jiyanê ya Jinan a Quçayê bê lidarxistin. Di bernameya perwerdeyê ya bêberamber a ku dê nêzî 2 mehî de, dê li ser sêwirandin û hilberîna çenteyan agahiyên bingehîn û pratîkî bidin beşdaran.   Serlêdan dê heta 23'yê Hezîranê bidomin   Jinên ku dixwazin beşdarî atolyeyê bibin, dikarin di navbera 16-23'yê Hezîranê de serlêdanên xwe bikin. Serlêdan; li ser Navenda Jiyanê ya Jinan a Koşuyoluyê, Navenda Jiyanê ya Jinan a Yenîkoyê, Navenda Jiyanê ya Jinan a Quçayê û Navenda Jiyanê ya Jinan a Ben û Senê re bên qebûlkirin.   Hem jêhatîbûna pîşeyî hem jî piştgirî   Di çarçoveya atolyeyê de jin dê fersendê bibînin ku teknîkên hilberîna çenteyan a li ser bingeha keda destan fêr bibin. Di pêvajoya perwerdeyê de tê armanckirin ku şiyana hilberînê ya beşdaran pêş bikeve, di qada sêwirana afirîner de ezmûnê bi dest bixin û piştgiriya di navbera jinan de bêtir xurt bibe.   Ji bo bernameya atolyeyê ya ku kontenjana wê sînordar e, serlêdan dê di 23'yê Hezîranê de bi dawî bibin.