Li Qahîreyê Navenda Jineolojiyê hate vekirin 2026-06-18 18:06:47   NAVENDA NÛÇEYAN- Li Qahîreyê bi beşdarbûna kesayetiyên navdar, ji ramanwer, akademîsyen, pisporên medyayê û kesayetên giştî Navenda Jineolojiyê ya Raman û Lêkolînan hate vekirin.   Di 17’ê Hezîranê, li paytexta Qahîre ya Misirê, di çalakiyeke akademîk û çandî ye girîng de Navenda Jineolojiyê ya ji bo Raman, Lêkolîn û Şêwirmendiyê bi beşdarbûna komeke bijarte ji ramanwer, akademîsyen, pisporên medyayê û kesayetên giştî ji Misir û hejmarek welatên Ereb ve hate vekirin.   Beşdarbûna cihêreng ji Filistîn, Sûdan, Yemen, Sûriye û Iraqê karakterê cihêreng ê navendê nîşan da. Her wiha tekezî bi pabendbûna wê ya ji bo avakirina qadeke zanînê ya hevpar ji bo lêkolîner û saziyên li herêmê kir.   Dr. Mona El-Hadîdî, Dekan Dr. Sozan El-Qalînî, Dr. Azza El-FathÎ, Profesor Amal Al-AXa, Seroka Yekîtiya Giştî ya Jinên Filistînî, Dr. û siyasetmedar Kerîma El-Hefnawî, rojnamevan û nivîskar Elhamî El-Melîgî, parêzer Dr. Salwa Absam, Profesor Mona Şemmax û Profesor Mona Neşat. Hejmareke mezin ji lêkolîner, pisporên medyayê û kesên ku bi karûbarên rewşenbîrî û çandî ve mijûl dibin jî amade bûn.   Platformek ji bo lêkolîn diyalog û hilberîna zanînê   Rêvebera Cîbicîkar a Navendê Nûjîn Yusêf di axaftina vekirinê de, tekez kir ku damezrandina Navenda Jineolojiyê, ji bo saziyeke lêkolîn û rewşenbîrî ku tê de lêkolîna zanistî bi şêwirmendiyên pispor re pêşengtiyê dike. Her wiha ji bo girêdana pispor û lêkolîneran bi saziyên ku bi karûbarên çandî û pêşketinê re eleqedar in dixebite.   Dr. Dîna Mohsên, seroka navendê, tekez kir ku vekirina Navenda Jineolojiyê destpêka projeyek rewşenbîrî û zanistî temsîl dike ku dixwaze beşdarî hilberîna zanînê bibe, lêkolînên pispor amade bike, şêwirmendiyên bi kalîte bilind peyda bike û platformek ji bo diyalogê di navbera lêkolîner, pispor û saziyan de ava bike.   Navend li ser nirxên jiyana hatiye damezrandin   Dr. Dîna destnîşan kir ku beşdariya berfireh a kesayetên akademîk û rewşenbîr baweriya bi mîsyona navendê nîşan dide û pêwîstiya bi saziyek serbixwe ku li ser pirsgirêkên heyî nîqaş bike û têgihiştinên ku piştgirî didin pêşketin û avakirina hişmendiyê pêşkêş bike, destnîşan dike. Her wiha  piştrast kir ku navend li ser baweriyeke xurt bi nirxên jiyana hevbeş, pirrengî û yekbûna mirovan hatiye damezrandin û hemû şêweyên dûrxistin, nijadperestî û îdeolojiyên demagojîk red dike. Ew ji bo pêşxistina çandeke diyalog û hevkariyê di navbera kesan, saziyan û gelan de dixebite û beşdarî aramî û pêşketina civakên Ereban dibe.   Dr. Dîna rave kir ku Qahîre ji ber rola wê ya dîrokî û çandî di herêmê de wekî cihê destpêkirina navendê hatiye hilbijartin. Çalakî û hevkariyên navendê dê bibin bo welatên cuda yên Ereb û Rojhilata Navîn berfirehtir bibin. Her wiha hevkariya rewşenbîrî û danûstandina pisporiyê di navbera saziyan û lêkolîneran de pêş bixin.   Armancên navenda Jineolojiyê   Navenda Jineolojiyê ji bo Raman, Lêkolîn û Şêwirmendiyê hewl dide ku piştgiriyê bide lêkolînên zanistî, lêkolîn û raporên pispor amade bike, konferans, semîner û bernameyên perwerdehiyê organîze bike, şêwirmendiyên zanistî û rewşenbîrî peyda bike, diyaloga çandî û rewşenbîrî pêş bixe, pirsgirêkên pêşkeftinê û hêzdarkirina jinan piştgirî bike û pirên hevkariyê di navbera welatên Ereb de ava bike.