Bandora santrala termîk a li Sîlopiyê:4 hezar nexweşên pençeşêrê 2026-07-29 09:03:49   Neslîhan Kardaş   ŞIRNEX-Zîhniyet Şîmşek derbarÊ santrala termîk a li Sîlopiyê de axivî û got ji ber vê santralê nexweşiya pençeşêrê bi awayekî cidî zêde bûye û got: “Niha li gorî daneyên ne fermî tê diyarkirin ku li Sîlopiyê 4 hezar nexweşên pençeşêrê hene.”   Santrala termîkê ya li Sîlopiya Şirnexê bi salan e hilweşîna ekolojîk pêk tîne û tenduristiya gel tehdîd dike. Bermahî, komir û dûmana ji santralê belav dibe, bandorek neyînî li ser hawirdor û tenduristiya mirovan dike. Ev qirêjî dibe sedema nexweşiya pençeşêrê û dil. Ev santral çavkaniyên avê qirêj dike, jiyana zindiyan tehdîd dike.   Endama Meclîsa şaredariya Silopiyê Ziynet Şîmşek der barê bandora santrolê de axivî.   ‘Di 2009’an de rapora erênî ya ÇED’ê derket’   Ziynet Şîmşek da zanîn ku santrola termîk a ewil ya li Sîlopiyê aydê koma Enerjiya Karkey Karadenîze û çêkirina vê santralê di 12’ê Îlona 1999’an de li mewkiya Botaş Sîlopiyê dest pêkiriye. Ziynet Şîmşek wiha got: “Di 6’ê Îlona 1999’an de santral temam bû û wek santrala fuel oîl dest bi hilberîna bazirganî kiriye. Ziynet Şîmşek wiha got: “Ya din jî santrala Ceytaş e. Aydê koma enerjiya Cîner e. Ev santral li mewkiya Gorumlu ye. Vê santrolê di 2004’an de dest bi lîsans û projeyê kir. Pêvajo heta sala 2006’an temam dibe. Piştî vê dest bi unîteya ewil a santrala termîk tê kirin. Di 2009’an de rapora ÇED’ê ya erênî tê dayîn.”   ‘Di salekê de 840.00 ton asfaltît hatiye şewitandin’   Ziynet Şîmşek daxuyakirin ku ev santrala ji 2009’an heta niha ev 17 salek aktîf dixebite û di vê pêvajoyê de li gorî rapora fermî ya hatiye weşandin di salekê de 840.000 ton asfaltîf hatiye şewitandin û di encama vê de jî bi sedhezaran duman, koz û bermahî derketiye holê.   ’30-40 sal şûnde Sîlopî jî nayê ser xwe’   Ziynet Şîmşek bi lêv kir ku îro santral bê girtin jî Sîlopî heta 30-40 s alî nikare bê ser xwe, nikare paqij bibe û wiha domand: “ Ev 17 sal in ev santrala dixebite. Her wiha piştî vê santralê ji 2019’an heta niha dar tên birîn. Qadên daristanê kêm bûne. Xwezayê xwe bixwe paqij dikir. Lê bi awayekî cidî dar kêm bûne. Ev jî vediguhere karaseta mezin.”   ‘Bandorek mezin li ser jiyan û xwezayê dike’   Ziynet Şîmşek bi lêv kir ku santral bandorek neyînî li ser hawirdor û tenduristiya gel dike û got: “Em dixwzin Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê, Wezareta Tenduristiyê rapora di mijara bandor ali ser jiyan û xwezayê de bi rayagiştî re parve bikin. Me wek Meclîsa DEM Partiyê ya Sîlopiyê di vê mijarê de hewldanên xwe kirin. Di demên dawî de nexweşiyên pençeşêrê zêde bûne. Nexweşiyên dil zêde bûne, yên kezebê zêde bûne. Li gorî daneyên ne fermî niha li Sîlopiyê tê diyarkirin ku 4 hezar nexweşên pençeşêrê hene. Em ê şopdarê pêvajoyê bin.”