Li Peyasê jin li parkan kom dibin 2026-07-29 11:10:42   AMED -Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê, ji bo xurtkirina hevgirtinê û têkoşîna lidijî tundiya li ser jinan, dest bi rêzeçalakiyekê dike. Di çarçoveya vê xebatê de, di navbera mehên tîrmeh û îlonê de li şeş parkên cuda dê rêzecivîn bên lidarxistin.   Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê, bi armanca bilindkirina hişmendiya li dijî tundiyê û diyarkirina gavên hevpar ên têkoşînê, di bin dirûşma “Gotina me neqediya ye, em ê tundiyê bi hev re bisekinînin!” de çalakiyan li dar dixe. Li gorî vê yekê, jin dê di navbera  29’ê tîrmehê û 2’ê îlonê de li şeş parkên cuda bên gel hev.   Gerînendetiyê di daxuyaniya xwe de ev tişt anîn ziman:   “Li dijî tundiya li ser jinan em li hev kom dibin, hev digirin, xwe birêxistin dikin û bi hev re   têdikoşin. Li parkan em ê bi jinan re werin gel hev û li ser mekanîzmayên têkoşîna li dijî   tundiyê gotûbêj bikin. Ji ber vê yekê em dibêjin: ‘Gotina me neqediya ye, em ê bi hev re   tundiyê bidin sekinandin!’”   Bernameya kombûna li parkan wiha ye:   29.07.2026 Parka Rojava 19.30   05.08.2026 Parka Ekînê 19.30   12.08.2026 Park 75 19.30   19.08.2026 Parka Ahmed Arîf 19.30   26.08.2026 Parka Zambakê19.30   02.09.2026 Parka Mûsa Anter 19.30