Dayikên Şemiyê aqûbeta xizmên xwe pirsin 2026-08-01 16:20:12     Dayikên Şemiyê aqûbeta Mehmet Ertak pirsîn ku 18’ê Tebaxa 1992’yan li Şirnexê di bin çavan de hate windakirin.   Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, di hefteya 1114’an de li Qada Galatasaray a li Beyoglû ya Stenbolê hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyên qurbaniyan û qurnefîl hatin hildan. Di çalakiyê de aqûbeta Mehmet Ertak pirsîn ku 18’ê Tebaxa 1992’yan li Şirnexê di bin çavan de hate windakirin.   Daxuyaniya ku gelek parêstvanên mafan û xizmên windayan tevli bûn wêneyên windayan û qûrnefîl hatin hilgirtin. Daxuyanî ji aliye Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Oya Ersoy ve hat xwendin.   Piştî daxuyaniyê li qadê qurnefîlş hatin danîn û çalaki bi dawî bû.