ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2026'AN 2026-08-02 09:00:00     *Jinên der barê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de axivîn, diyar kirin ku ew di daxwaza aştiyê de bi israrin û gotin aştî girêdayê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. DÎMEN HEYE   *Li gumanbarê êrîşa zayendî ku 12 sal cezayê girtîgeê hatibû dayîn, ji aliyê dadgeriyê ve di 18 rojand e ceza hat xerakirin û gumanbar hat tahliyekirin. E.O. bertek nîşanê tahliyekirina gumanbar da û got: “Ewlehiya canê min tune ye. Biryara bi hincet tune ye lê ev mêr li derve ye. Biryara ku du dadgehan daye dadgerî çawa di 18 rojan de xera dike.Ez banga edaletê dikim.” DİMEN HEYE   *Berdevka Dîplomasiyê ya TAJÊ Riham Hico 74’emîn fermana li dijî Êzidiyan nirxand û got hêzên navneteweyî û PDK sûcdarin û got: “Em jinên Êzidî xwe rêxistin nekin nikarin têkoşîna civaka Êzidî mezin bikin. Em rêxistinbûnê esas digirin.” DİMEN HEYE   *Jinên di bîstanê komun de dixebitin, diyar dikin ku ewe xwediyê karê xwe ne û got: “Em bi xwe diçînin û radikin. Em bi hev re kolektîf dixebitin. Divê li her taxê komunên wisa bên avakirin.”DİMEN HEYE