Navê qanûna çarçoveyê diyar bû 2026-08-04 13:18:52   ENQERE - Navê qanûna çarçoveyî ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pêşkeşî Meclisê bê kirin, diyar bû. Navê, “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” li qanûna çarçoveyî hate kirin.   Qanûna çarçoveyî ku demeke dirêje rojeva sereke ya siyasetê ye, tê çaverêkirin ku heta sibê were ber destê Lijneya Giştî ya Meclisê. Pêşnûme dê pêşî radestî Serokatiya Meclisê bê kirin. Hat zanîn ku pêşnûme dê bi navê, “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” pêşkêşî Meclisê bê kirin. Nîqaşa ku dê kîjan partî pêşnûmeyê îmza bike jî berdewam dike. Partiyên muxalîf diyar dikin ku wan pêşnûme nedîtiyê û piştî ku dîtin dê helwesta xwe diyar bikin.