Noqavên ku li Gulîstan Doku digeriyan hatin girtin! 2026-08-05 09:40:37   Şehriban Aslan   AMED - Du noqavên ku di dema lêgerîna li bendavê ya ji bo Gulîstan Doku notek û meqsek dîtibûn, bi tohmeta "guhertina delîlan" hatin girtin.   Di dosyeya Gulîstan Doku de ku di 5'ê Çileya 2020'an de li Dêrsimê hat wîndakirin, pêşveçûneke nû çêbû. Du noqavên ku ji aliyê waliyê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel ve hatibûn erkdarkirin û beşdarî operasyonên lêgerînê yên sala 2020'an bibûn di avê de not û meqesek dîtibûn, hatin girtin.   Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Erziromê ve hatibû destpêkirin de, her du noqav jî sewqî dadgehê hatin kirin û bi tohmeta "guhertina delîlan" hatin girtin.   Di rapora fermî ya ku di sala 2020'an de ji aliyê her du noqavan ve –yên ku girêdayî Yekîneya Lêkolîna Cihê Bûyerê ya Midûriyeta Ewlekariya bajarê  Xerpêtê bûn, di dema lêgerîna li bendavê ya ji bo Gulîstan Doku hatibû amadekirin, ev daxuyanî cih digirtin:   “Di dema lêgerîna ku ji aliyê tîma lêkolîna binê avê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajarê Xerpêtê ve di 8'ê Çileya 2020'an de, derdora saet 11:45'an, li nêzîkî Pira Dinar a li herêma Aktulukê hatibû kirin de, perçeyên kaxezê yên şilbûyî û bi hev ve hatibûn dîtin; di nav van de reçeteyeke bijîşkî ya bi navê Gulîstan Doku ku bi rêya barkoda wê dihat naskirin û perçeyek ku tê de hevoka ‘zexta psîkolojîk li  me tê kirin’ hebûn. Perçeyên navborî wekî delîl hatin hesibandin û ji aliyê tîmê ve radestî personelên Şaxa Lêkolîna Cihê Bûyerê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr hatin kirin û ewlekariyê jî diyar kiribû ku ev not delîl e, ji aliyê wan ve hatiye qebûlkirin û îmzekirin. (9'ê Çileya 2020'an, saet 12:40)”   Lê ew girteka ku hatibû girtin piştî ku ji aliyê mirovên zana ve hat lêkolînkiin ji bo wê wiha hatiye gotin, "Tu kaxiz nikare di bendavê de 14 metre bikeve binê avê û wê li ber avê biçe."   Hat eşkerekirn ku li gorî rapora mirovên zana ev mirovên noqav tevli lîstka Tucay Sonel ku waliyê demê yê Dêrsimê ye bûne û hem malbat û hem jî raya giştî bi mehan mijûl kirine.