'Divê Qanûna Çarçoveyî deriyên girtîgehan vebike' 2026-08-06 09:06:40   Pelşîn Çetînkaya   AMED - Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Pinar Sakik Tekîn der barê ‘Qanûna Çarçoveyî’ ya ku pêşkêşî meclîsê hat kirin de axivî û got: “Aştiyeke bi rumet û mayînde bê hedefkirin dê deriyên girtîgehan vebibe û hêviya malbatên ku bi salane têdikoşin bi gavên erênî bersiva xwe bibîne.”   Pêşniyar Qanûna Çarçoveyî ya "Yekparebûna Milî û Yekbûna Civakî" ku pêşniyar qanûneke bingehîn e û armanca wê avakirina çarçoveya yasayî ya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e ji aliyê AKP'ê ve bi îmzeya 360 parlamenteran pêşkêşî Parlamentoyê hat kirin. Pêşniyar qanûn ji 12 xalan  pêk tê û  ji bo sûcên ku cezayê wan herî zêde 15 sal an jî kêmtir e 5 sal; ji bo sûcên ku cezayê wan ji 15 salî zêdetir e û cezayê muebda an jî cezayê muebeda giran pêwîst dike, 10 sal taloqkirina lêpirsîn û darizandinê hat pêşbînîkirin.   Hevseroka Federasyona Komeleya  Hiqûqî û Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Med (MED TUHAD-FED) Pinar Sakik Tekîn der barê ‘Qanûna Çarçoveyî’ ku hat meclîsê de axivî.   Pinar Sakik Tekîn da zanîn ku hatina ‘Qanûna Çarçoveyî’ ya meclîsê gavek erêniye û malbat û girtî pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û wih agot: “Em wek federasyon raste rast şahidê pêvajoyê û aliyê pêvajoyê ne. Em şahidê her pêşketinê dikin. Malbat hêviya xwe mezin dikin û dixwazin gav bên avêtin. Îro di rayagiştî de  sererastkirinên qanûnî tên axaftin. Lê ev serearastkirin tenê wek xalên hiqûqî nirxandin ne raste. Ev di heman demê de gavên ku pêşeroja welat û civakê diyar teşe dikin e.”   ‘Azadiya fîzîkî bi tena serê xwe têr nake’   Pinar Sakik Tekîn bi lêv kir ku sererastkirinên qanûnî divê tenê bi vekirina deriyên girtîgehan sînor nemîne û wiha daxuyand: “Dema sererastkirinên qanûnî bikevin jiyanê mijar ne tenê vekirina deriyên girtîgehane. Azadiya fîzîkî bi tena serê xwe têr nake. Divê mekanîzmayên xurt bên avakirin. Malbatên ku bi salane di riyên girtîgehan de hene û çavên wan li rê ne hene. Em bûn şahidê hestret, hêvî û bêrîkirina wan.  Zemîna aştiyeke mayîn de bi gavên ku ji girtîgehan destpê dike dikare bê avakirin. Divê binpêkirinên mafan bidawî bin û ji bo aştiyeke mayîn de sererastkirinên qanûnî demildest bikevin jiyanê.”