'Bêrîvanî her ku diçe kêm dibe' 2026-08-14 09:03:00     ŞIRNEX - Zeynep Ulaş, derbarê çanda "berivaniyê"  ya ku ber bi windabûnê ve diçe de wiha got: "Zozanên me gelek bedew in, lê karê me jî zehf dijwar e. Ji ber van zehmetiyan, nifşê nû êdî 'berivaniyê' nake."   Jin li zozanê Mêrgên Sotî yê navçeya Elkê yê Şirnexê, çanda "berivaniyê" zindî dihêlin. "Berivanî" ku yek ji şêwazên jiyanê yên herî kûr û kevnar ên Kurdistanê ye, ji ber kêmbûna xwedîkirina heywanan û şert û mercên dijwar ên kar, sal bi sal kêm dibe. Ev çand ku bi keda jinan hatiye avakirin, di her qonaxê de nîşaneya wê kedê hildigire. "Berivanî" ne tenê beşek ji xwedîkirina heywanan e; her wiha hêmaneke çandî ya girîng a jiyana zozanan e ku ji aliyê jinan ve tê domandin. Ev kevneşopî ku di nava çiya, mêrg û keriyên heywanan de hatiye afirandin, hevgirtin, parvekirin, jiyana bi hev re û ahenga bi xwezayê re pêş dixe. Lê belê, bi guhertina şert û mercên jiyanê, terikandina zozanan û kêmbûna şêwazên hilberînê yên kevneşopî, çanda "berivaniyê" hêdî hêdî winda dibe.   Zeynep Ulaş, ya ku "berivaniyê" dike, behsa vê çandê û windabûna wê ya hêdî hêdî kir.   Zeynep Ulaş, bi bîr xist ku çawa berê zozan tijî tevger û çalakî bûn, got: "Berê li her malbatê herî kêm 'berîvanek' û konek li zozanan hebû. Lê niha rewş ne wisa ye. Nifşê nû û ciwanên îro êdî vî karî nakin. Ew dibêjin ku nikarin vî karî bikin ji ber ku berê qet nekirine. Lêbelê, yên ku berê ev kar dikirin, hîn jî vê çandê zindî dihêlin û wekî 'berîvan' karê xwe didomînin. Niha gelek kêm kes tên zozanan; hinek teqawît dibin û li bajêr bi cih dibin, hinekên din jî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikarin werin."   Zeynep Ulaş diyar kir ku piştî dema wan ev çand dê bi temamî winda bibe û got: "Em tenê dikarin heta demekê vê yekê bidomînin, lê yên piştî me dê qet vî karî nekin. Zozanên me pir xweş in, lê karê me zehf dijwar e. Nifşê nû ji ber van zehmetiyan xwe ji vî karî dûr digire; ew jiyaneke rehet tercîh dikin."   ‘Ev çand hêdî hêdî winda dibe’   Zeynep Ulaş bal kişand ser wê yekê ku ciwanên îro ne li ber van zehmetiyan radibin û ne jî vî karê kevneşopî didomînin û got: "Di encamê de, me zozanên xwe winda kirin, hejmara heywanên me kêm bû û ev çand hêdî hêdî winda dibe. Gava jinên pîr ên ku niha vî karî dikin nemînin, dê kes nemîne ku vî karî bike. Ev kar zehf dijwar e û kedeke mezin dixwaze, lê tu piştgirî nîne. Dewlet tu alîkariyê nade 2berîvanan'. Eger ji bo baştirkirina şert û mercan piştgirî bihata dayîn, dibû ku vî karî berdewam bikira."