Nêrînek li ser hiqûqa aştiyê 2026-08-14 09:06:22   " Îdeolojiya rizgariya jinê û xeta azadiya jinê, wê rastiyê ferz dikin ku bêyî veguherîneke civakî ya li ser bingeha azadiya jinê, aştiya rastîn pêk nayê."   Ebru Akkal   Wekî yek ji têgehên herî taybet ên ramana siyasî ya nûjen, bêguman aşitî tenê wê demê wateya xwe ya rastîn dibîne ku ne tenê wekî têgehek, lê wekî komeke berfireh a nirxan were pênasekirin. Bi taybetî li herêmên ku bi pevçûnên demdirêj û piralî têne naskirin, aşitî pêdivî bi ji nû ve rêkxistina nîzama civakî, ji nû ve pênasekirina wekhevî û azadiyê û ji nû ve avakirina civakeke demokratîk li ser bingeheke exlaqî-siyasî dibîne.   Eşkere ye ku em di nav hawîrdoreke cîhanî ya pevçûnan de ne; hawîrdorek ku bi demê re pêş ketiye û şêwe û taybetmendiya wê guheriye. Rûdanên herî xwînî û dijwar ên vê şerî li Rojhilata Navîn diqewimin; ev yek ji aliyê modela netewdewletê ya modernîteyê ve tê meşandin, ew jî di bin siya gotarên ku armanca wan anîna aşitiyê ji bo nasname û girêdanên etnîkî ye. Di vê çarçoveyê de, dikare were gotin ku di çarçoveya modernîteya kapîtalîst de, gotara aşitiyê li dora dijberên xwe yên rasterast ango şer, dînamîkên hêzê, polîtîkayên ewlehiyê, înkar û tunekirinê tê avakirin; bi vî awayî, derfeta civakê ya tevgerîna wekî hêzeke avaker tê astengkirin û ew aliyê lihevkirina civakî ku di naveroka aşitiyê de heye, tê paşguhkirin. Dîroka cîhanê ya nêzîk tijî mînakên wiha ye ku tê de hêzên modernîteya kapîtalîst gotara "aşitiyê" wekî cîgirek ji bo têgeha "şer" bi kar anîne; ev polîtîkayên ku bi salan berdewam kirine, ne tenê zirar dane têkiliya di navbera gelan û têgeha aşitiyê û  di heman demê de ew tevahiya nirxên ku aşitî dihewîne jî ji ber çavan winda kirine.   Ev nêzîkatî di pêncî salên dawî de li Tirkiyeyê jî derketiye pêş. "Teror" bi têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û wekheviyê re hatiye hevwatekirin; di heman demê de, hewl hatiye dayîn ku "şerekî" ji aliyê zilm, înkar û tunekirinê ve tê birêvebirin, bi nîşandana wê wekî hewldana ji bo aştiyê û wekheviyê, rewa were nîşandan. Heta di nîqaşên heyî yên derbarê pêvajoya aştiyê ya berdewam de jî mirov dikare şêwazên cihêreng ên vê helwestê bibîne. Bi taybetî dema ku mirov li gotar û kiryarên kesên ku li dijî pêvajoyê ne dinêre. Ev derdor berdewam dikin ku hewl bidin pêşveçûna hevgirtina civakîya ku hatiye paşguhkirin, piştguhxistin û avêtin nav jibîrkirinêbi hincetên ku bingeha wan li ser "şer" e, di bin siya xwe de bihêlin û bêbandor bikin. Her ku em di vê pêvajoyê de nêzîkî rastiyê dibin, ew rastiya ku aştî ji bo hevgirtina civakî û civakeke demokratîk xwedî girîngiyeke bingehîn e, pêwîstî bi ji nû ve pênasekirina wateya wê derdixe holê; wateyek ku hinek kes hewl didin wê têk bibin an jî berevajî bikin.   Tevî hemû hewldanên ji bo valakirin, wêrankirin û bêwatekirina têgeha aştiyê, hêviyeke geşbûyî dimîne, hem ji bo herêma ku em tê de dijîn û hem jî ji bo gelên cîhanê. Ev hêvî wateya rastîn a aştiyê ji nû ve ava dike û wê li hemberî wê "aşitiya" ku modernîteya kapîtalîst niha wekî hincetek ji bo wêranî û pevçûnan bi kar tîne, datîne holê. Vê jî rêya perspektîfa têkoşîna azadiyê ya demdirêj a Kurdan û civaka demokratîk û pêvajoya aştiyê ya ku bi saya wê hatiye bidestxistin dike.   Di avakirin civakeke demokratîk a ku li ser bingeha aştî û entegrasyona demokratîk hatiye avakirin, bêguman pêdivî bi mîmariyeke taybet heye; ev yek jî dê bibe sedema pêdiviya "ji nû ve pênasekirina qanûnê". Yanî tiştek ku di eslê xwe de dikare wekî lihevkirineke dualî ya di navbera civak û dewletê de were pênasekirin. Lê gelo qanûna aştiyê li ser kîjan bingehê û bi kîjan prensîb û rêbazan dikare were avakirin? Ji bo bersivdana vê pirsê, pêwîst e ku mirov têgehên aştî û qanûnî binirxîne.   Diyalektîka Aştiyê: Aştiya Neyînî û Aştiya Erênî   Li gorî civaknasê Norwêcî Johan Galtung, aştî dikare li du cureyan were dabeşkirin: aştiya neyînî û aştiya erênî. "Aştiya neyînî" behsa rakirina tenê şêwazên rasterast ên tundiyê dike. Yanî bêdengkirina çekan. Lêbelê, li civakên ku tundiya pêkhateyî (structural) û çandî lê berdewam dike, ev rewş ne tiştekî zêdetir e ji bêdengiyê.   Ji aliyê din ve, "aştiya erênî" nîşan dide ku bi pêkanîna edalet, azadî, wekheviya civakî û beşdariya demokratîk, herwiha bi veguhertina têkiliyan tê naskirin. Ji bo Galtung, aştiya erênî tenê dema ku civak xwe ji nû ve saz bike da ku hemû şêwazên tundiyê ji holê rake, dikare pêk were.    Di vê qonaxê de, pêwîst e mirov têkiliya rasterast a di navbera girîngîdayîne ne bi "-tundûtundiyê" ku di nava "aştiya neyînî" de cih digire û prensîba azadiya jinan a di çarçoveya entegrasyona demokratîk de, bibîne. Ev yek hewce dike ku azadiya jinan bibe pratîkek civakî da ku berdewamiya aştiyê were misogerkirin. Nêrîneke wiha ferz dike ku jin wekî aktorên bingehîn ên vê pêvajoya avakirina di têkbirina mîlîtarîzm û nîzama desthilatdariyê ya baviksalar de roleke sereke bilîzin. Ji bo jinan, tundî ne tenê bi rêya şer û pevçûnan derdikeve holê; berevajî vê, baviksalarî di qadeke berfireh a jiyana rojane de, ji îstîsmara aborî bigire heta tundiya çandî, ji nû ve tê hilberandin. Lewma, heta ku zexta baviksalarî, tundiya çandî û îstîsmara aborî ya li dijî jinan berdewam bike, aştiya civakî ya rastîn nayê bidestxistin.   Ne tesaduf e ku îstîsmar û kolekirina jinan nîşana windakirina destpêkê ya azadiya civakî bû û piştre bû sedema derketina holê ya hevkêşeya tundiya, şer û mîlîtarîzmê. Şêwazên tundiya li dijî jinan û dûrketina civakê ji rewşa xwe ya xwezayî, veguherîn mîlîtarîzmê ku şêweyekî saziîbûyî yê baviksalarî ye; di heman demê de, baviksalarî ya ku di nava dewletê de cih girtiye, hêza xwe ji serdestî û tundiya li ser bingeha zayendê ya li dijî jinan werdigirt.  Ev diyarde ku Abdullah Ocalan di analîzên xwe yên dawî de wekî "kujerekî kastîk" pênase dik wekî xuyabûna sîstematîzekirî ya hemû van qonaxan derdixe pêş.   Eşkere ye ku ji nû ve avakirina sîstema heyî ku di rewşa xwe ya niha de nikare wekî peymaneke civakî ya ku dîtina hevpar û pabendbûna dualî ya hemû pêkhateyên civakê dihewîne were qebûlkirin, tenê bi pêkanîna wekheviyê di hemû têkiliyan de pêkan e. Herwiha, îdeolojiya rizgariya jinê û xeta azadiya jinê, wê rastiyê ferz dikin ku bêyî veguherîneke civakî ya li ser bingeha azadiya jinê, aştiya rastîn pêk nayê. Ji ber ku  îmkana jiyana bi hev re ya komên cihêreng ku prensîbeke bingehîn a civaka demokratîk e,  wê ji aliyê jinan ve were pêkanîn, divê pêkanîna çarçoveya qanûnê ya aştiyê, bi perspektîfa azadiya jinê, wekî prensîbeke rêber were destgirtin.   Heger pêkanîna "aşitiya neyînî" wekî "destpêkirina rêwîtiyê" were dîtin, wê demê entegrasyona demokratîk an jî "aşitiya erênî" rewşa berdewamiya wê rêwîtiyê temsîl dike. Bi gotineke din, aşitiya erênî ne kêliyek tenê, wêneyekî sabît an rewşeke statîk e; berevajî vê, ew dikare wekî pêvajoyeke domdar a ku bi herikbarî, dînamîzm û hesta xwerû ya berdewamiyê tê naskirin, were pênasekirin. Li vir, aliyên exlaqî, siyasî û qanûnî yên aştiyê derdikevin pêş.   NIŞE: Beşa mayî ya vê gotarê dê hefteya bê bi sernavê "Bingeha Exlaqî-Siyasî ya Aştiyê û Hiqûqa Demokratîk" were weşandin.   Ev gotar ji hejmara 37'emîn a Kovara Jineolojiyê ji beşa "Jin û Aştî" bi awayekî kut hatiye girtin.