Kongra Star têkildarê têkoşîna jinên li Efganistanê daxuyanî da 2026-08-15 12:33:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Kongra Star bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo têkoşîna 5 salan a jinên Efganî ya li dijî zextên Talîbanê ragihand.   Rêxistina Kongra Star bi daxuyaniyekî çapemeniyê piştgiriya xwe ji bo berxwedan û têkoşîna 5 salan a jinên Efganî li hemberî zext û polîtîkayên tarî yên desthilatdariya Talîbanê ragihand. Daxuyanî li pêşiya navenda Kongra Star a Kantona Qamişloyê bi tevlîbûna nûnerên tevger û rêxistinên jin hate dayîn.   Daxuyaniya ku bi zimanê Erebî ji aliyê Koordînasyona Kongra Star a bajarê Qamişloyê Mûna Îbrahîm ve hate xwendin, bal kişand ser rewşa giran a jin û keçên li Efganistanê. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev pênc sal in Talîban desthilatdariyê dest girtiye û di vê demê de ji bilî serdemeke tarî, paşveçûna bi zorê û bêparkirina mafên bingehîn tiştekî din pêşkêş nekiriye. Ev yek jî bûye yek ji krîzên herî giran ên mirovî û mafên mirovan ên serdema me.   Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji roja ewil a hatina Talîbanê ve, jinên Efganî bûn armanc û xetereyên mezin ewlehî û hebûna wan tehdît dikin. Mafên wan ên bingehîn ên ku bi peymanên navneteweyî hatine parastin hatine binpêkirin: “Perwerde û zanîngeh ji keçan re hatine girtin û xewnên nifşan hatine jêbirin. Mafê xebatê ji wan hatiye standin, ji jiyana aborî û giştî hatine dûrxistin û şiyana wan a xwedîderketina li xwe û malbatên wan hatiye sînorkirin.”   Daxuyaniyê destnîşan kir ku sînorkirinên li ser azadî, êrîş û hewldanên ji holê rakirina nasnameya jin ne tenê pirsgirêkeke herêmî ne, sûcekî eşkere li dijî mirovahiyê û rûmeta mirovan e.   Di daxuyaniyê de Kongra Star hevgirtina xwe ya bi jinên Efgan re dide diyar kirin û wiha di dome:  "Em dengê xwe bi dengê jinên azad ên Efganistanê re di daxwazên wan ên rewa de dikin yek. Ji bo perwerde, kar û jiyaneke bi rûmet û ewleh. Hemû cûreyên zilm û êrîşên rojane yên li dijî jin û keçên Efganî bi tundî şermezar dikin. Bang li saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bêdengiya xwe bişkînin, dev ji daxuyaniyên sembolîk berdin û gavên pratîkî û bibiryar biavêjin da ku zextê li ser rayedarên Talîbanê çêbikin ku van binpêkirinan bidin sekinandin.”   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî têkoşîna jinan li Efganistanê", "Bijî têkoşîna jinan li çaraliyê cîhanê" û "Bijî îradeya jinên azad" bi dawî bû.