TJA: Divê ev biryara bêhiqûq û siyasî demildest were paşxistin 2026-08-20 13:17:52   STENBOL - Tevgera Jinên Azad li dijî ji kar derxistina hemşîre Îkra Avci daxuyanî da û wiha got: “Divê ev biryara bêhiqûq û siyasî demildest were paşxistin û Îkra Avci ji nû ve vegera ser karê xwe.”   Çeteyekî HTŞê bi navê Ramî El Dehş li bajarê Reqayê dîmenê hovîtiya xwe ya keziya şervana YPJê yê jêkiribû, parve kiribû. Li ser torên medyaya dîjîtal li dijî vê yekê bertekên tund çêbûn û li seranserî cîhanê kampanyaya honandina keziyan hat destpêkirin. Li Kocaeliyê hemşîre Îkra Avci jî tev li kampanyaya honandina keziyê bû. Piştî dîmenê hemşîre li ser medyeya dijîtal hat belavkirin, ji hêla faşîştan ve hedef hat nîşandan. Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê jî derbarê hemşîreyê de lêpirsîn da destpêkirin. Piştî lêpirsînê Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê Îkra Avciyê ji kar avêt. Ji kar avêtina Îkra Avci ya ji hêla wezareta tenduristyê ve, rastî bertekan hat.   Derbarê mijarê de Tevgera Jinên Azad (TJA) jî daxuyaniyeke nivîskî da û nerazîbûna xwe aşkere kir.   Daxuyaniya TJAyê wiha ye:   “Her girêka me ku li dijî êrîşên li ser bedena, nasname û îradeya jinan pêş dixin, sembola têkoşîna azadiyê û hevkariya jinan e. Li Rojava, hem ji bo piştgiriya jinên berxwedêr ên ku ji aliyê çeteyên dijminên jinan ve porê wan hatiye jêkirin, hem jî ji bo hevkariya wan, hemşîre Îkra Avci beşdarî çalakiya honandina por bû. Tevî biryara dadgehê ya berdana wê, ji karê xwe hate avêtin. Ev biryar biryarên dadgehê jî tune dike.   Divê were zanîn ku; hûn nikarin bi polîtîkayên zext, nerazîbûna wan û hevkariya wan a ku sînorên zextê derbas dike bêdeng bikin. Her girêka ku Îkra Avci pora xwe honandiye, xeta azadiyê û li dijî hişmendiya mêrperest e. Bi cezakirina berxwedan û hevkariya jinan, ne aştiyek û ne jî civakeke demokratîk dikare were avakirin. Di pêvajoyeke wisa de ku hêviya civakê ji bo Aştî û Civaka Demokratîk şîn dibe, em diyar dikin ku ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye. Divê ev biryara bêhiqûq û siyasî demildest were paşxistin û Îkra Avci ji nû ve vegera ser karê xwe.   JIN JIYAN AZADÎ.”