ROJEVA 21'Ê TEBAXÊ 2026'AN 2026-08-21 09:00:00     * "Qanûna demokratîk, an qanûna civaka demokratîk, berevajî qanûna modernîteya kapîtalîst, ne tenê li ser hilberîna norman lê di heman demê de li ser pratîka afirandina qadên demokratîk jî hatiye avakirin. Ew bingehên xwe li ser têgihîştineke exlaqî, siyasî, dîrokî û civakî ava dike, dad û wijdanê civakî wekî hêmanên damezrîner dihesibîne." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   * Jinên ji Êlih û Sêrtê, ku di bin siya krîza aborî de ji bo jiyanê têdikoşin, ji nebûna gihîştina tenduristiyê û kirêyên zêde gazinan dikin. Jinan diyar kirin ku ciwan ji ber bêkariyê neçar in ku koçî deverên metropolan bikin û gotin, "Em nikarin li nexweşxaneyan randevûyan bigirin, em nikarin dermanên xwe bistînin. Vê pergala gendel aramiya malên me xera kiriye." DÎMEN HEYE    * Endama Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya min bi Aştiyê Heye, akademîsyen Yasemîn Ozgun, bal kişand ser kêmasiya perspektîfa demokratîkbûnê û got: "Divê jin di her qonaxa pêvajoya aştiyê de xwedî deng bin û beşdarî mekanîzmayên biryardanê bibin." BI DÎMEN   * Fehîme Alturk, ya ku li pişt mala xwe ya li Qilebanê baxçeyekî çêdike, zêdetirî 20 salan e ku bi karê çandiniyê re mijûl dibe. Fehîme Alturk balê dikişîne ser girîngiya jiyana li gel xwezayê, bi taybetî jî li hemberî pêvajoya bajarbûna zêde.  DÎMEN HEYE