'Aştî bêyî jinan ne pêkan e' 2026-08-25 09:05:21   ENQERE - Endama Platforma Jinan a Enqerê Eylûl Soyluoglu, diyar kir ku pêdivî ye ku jin têkoşînê di nav refên xwe de berfireh bikin. Rêvebera DEM Partiyê ya Çankaya Nesîl Çîftçî jî destnîşan kir ku kes nikare bêyî jinan behsa danûstandinên aştiyê bike.   Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibata 2025'an de kir, qanûna çarçoveyî ya ku bingeha qanûnî ya pêvajoyê ava dike di Rojnameya Fermî de hate weşandin û ket meriyetê. Bi vî awayî, di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de qonaxek nû dest pê kir ku piştî gavên siyasî û rêxistinî, pêkanîna rêziknameyên qanûnî jî vedihewîne.   Endama Platforma Jinan a Enqerê Eylûl Soyluoglu û rêvebera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Çankaya Nesîl Çîftçî, têkildarê rojevê û têkoşîna jinan a di pêvajoya aştiyê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn.    'Divê em werin cem hev'   Eylul Soyluoglu, diyar kir ku gihiştina jinan a li dijî bîrdoziya serdest girîng e û got: "Di pergala siyasî ya heyî de, em carinan dikarin werin cem hev û bi tevgera jinên Kurd, tevgerên jinên sosyalîst û tevgerên jinên femînîst re xalên hevpar bibînin. Lêbelê, jin hene ku li derveyî vê yekê ne ku di bin banê bîrdoziyên serdest de ne. Jin hene ku carinan tenê medyaya sereke temaşe dikin, agahdariya xwe ji wan digirin, ji tiştê ku em parêzeriyê dikin bêxeber in û an jî bi rengekî jê haydar in. Pêdivî ye ku em têkoşînê di nav refên xwe de berfireh bikin. Lê ji bilî vê, ji bo me pir girîng e ku em bi jinên ku li derve ne re werin cem hev, guh bidin wan, xwe ji wan re rave bikin û têkoşînek hevpar ava bikin."   Pirsgirêkên jinan û polîtîkayên şer    Eylul Soyluoglu, destnîşan kir ku têkoşînek mezin dê bi pêngava qanûnî dest pê bike û wiha axivî: "Rêyek dirêj li pêşiya me ye û divê em destê xwe deynin bin kevîr. Divê em dubare bikin û rave bikin ka pirsgirêkên jinan çawa bi polîtîkayên şer ên vê dewletê ve girêdayî ne. Divê em vê têkoşînê bêtir eşkere bikin û civakî bikin."   ‘Divê em demokrasiya ku bi aştiyê re were rave bikin’   Eylul Soyluoglu tekez kir ku keda jinan û xizaniya jinan piştî şer nayê dîtin û wiha bi lêv kir: "Li Tirkiye û Kurdistanê û her weha li deverên din ên Rojhilata Navîn, jin ji şeran herî zêde mexdûr dibin. Divê em bigihîjin hemû jinan û demokrasiya ku bi aştiyê re were rave bikin. Divê em piraniya têkoşînên ji bo rizgariya jinan, ked û ekolojiyê rave bikin. Qanûn hatiye derxistin û wekî ku her kes dibêje, ev gaveke yekem e. Di vê pêvajoyê de berpirsiyariyeke mezin li ser me ye. Ji ber ku divê em têkoşînê zêde bikin û ji bo daxwazên xwe şer bikin, divê em li ber xwe bidin."   'Aştî dê di bin pêşengiya jinan de bê'   Eylul Soyluoglu destnîşan kir ku divê her beşê civakê li dora têkoşîna aştiyê xwe birêxistin bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di vî warî de, divê em bêtir derkevin qadan, bi kesên ku me berê nedîtine re rûnin û fikar û têkoşînên xwe ji wan re rave bikin. Bê guman, di vê pêvajoyê de barekî mezin dikeve ser milê jin û rêxistinên jinan. Divê em bikaribin werin cem hev û bi hev re li ser pirsgirêkên xwe nîqaş bikin. Ji ber ku em dizanin ku aştî bêyî pêşengiya jinan ne mimkûn e. Ger aştî were van axan, ew ê di bin pêşengiya jinan de were û divê em ew kes bin ku herî zêde vê têkoşînê hembêz dikin." 'Qanûneke Destpêkê'   Nesîl Çîftçî, diyar kir ku piştî zêdetirî salek û nîvekê, qanûna çarçove ji parlamentoyê derbas bû. Li ser wê gelek nîqaş hatin kirin. Ji aliyê me û ji beşên cûda yên civakê nîqaşên dijwar hebûn, lê wekî me got qanûna çarçove qanûneke destpêkê ye. Em wê wekî gava yekem li ser rêyeke dirêj dibînin. Ji ber ku ew qanûnek e ku di encama pêvajoyeke nakokî ya gelek salan, sedsalek înkarkirinê de derketiye holê û niha li ser naskirina hebûnê ye. Dibe ku em bi vî rengî lê binêrin."   'Komîsyoneke jinan pêwîst e'   Nesîl Çîftçî daxuyand ku di naveroka qanûnê de kêmasî hene û wiha nerînên xwe anî ziman: "Dema ku em ji perspektîfa jinê ve lê dinêrin, em dibînin ku jin di qanûnê de cih nagirin. Agahiyên ku dê di derbarê vê yekê de komîteyên binî werin avakirin hene. Dema ku komîteyên binî yên qanûnê werin avakirin, bê guman em, wekî meclîsa jinan, dê ji bo avakirina komîsyonek jinan wekî yekîneyek binî hewl bidin. Di qanûna çarçove de komîsyonek jinan hewce ye."   'Jin divê bibin kirde'    Nesîl Çîftçî, destnîşan kir ku divê jin bibin kirdeya pêvajoyê û wiha axivî: "Em mecbûr in ku vê yekê ji saziyên dewletê û hemû gelên Tirkiyeyê re rave bikin. Di heman demê de, em vê berpirsiyariyê hildigirin ser xwe. Em dixwazin pêvajoyê ji jinan re, ji çepgiran re, ji sosyalîstan re, ji femînîstan re, ji komên baweriyê yên cûda re û bi nihêrîna ji perspektîfek ku hemû jinan di nav xwe de digire, civakî bikin. Em dixwazin vê pêvajoyê rave bikin, rêxistin bikin û hemû jinan li vir wekî kirde bibînin. Xebata me ji bo vê yekê berdewam dike."   'Kes nikare bêyî jinan behsa danûstandinên aştiyê bike'   Nesîl Çîftçî bal kişand ser vê rastiyê ku "komkujiya jinan" li Tirkiyeyê diqewime û xizaniya jinan zêde dibe û diyar kir ku ev rewş ji pêvajoya pevçûnê serbixwe nîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dixwazin ji xalekê dest pê bikin ku em ê bi pêvajoya aştiyê re li dijî pirsgirêkên jinan têbikoşin. Ji bo Tirkiyeyek demokratîktir, ji bo mafên jinan û ji bo berfirehkirina rêxistinê, divê pêşî zimanê şer were rakirin. Gavek di vî warî de hatiye avêtin. Jin lingê vê gavê ne. Bêyî jinan kes nikare behsa danûstandinên aştiyê bike."