Li Geverê bi beşdariya bi hezaran kesî bibîranîn tê lidarxistin 2026-08-27 14:48:06   COLEMÊRG - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, sersaxî ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane bi bernameyek bîranînê berdewam dike.   Bibîranîna bi pêşengiya MEBYA-DER'ê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane tê lidarxistin, di roja sêyemîn de berdewam dike. Bi hezaran welatî gihîştin qada sersaxiyê. Malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û welatiyên ku bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Ciwan şopînerên dilsoz ên Apo ne" hatin qadê, sersaxî ji malbatan re xwestin. Sersaxî, bi bernameya bîranînê berdewam dike.   Tê payîn ku bernameya bîranînê bi axaftinên Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê, Newroz Uysal û ji sekreteriya Îmraliyê Veysi Aktaş jî di nav xwe de dewam bike.    Hûrgiliyên din dê piştre werin dayîn…