Sultan Kaya li ser milê jinan hat oxirkirin 2026-08-27 20:13:53     AMED -Sultan Kaya ya ku ji aliyê kujer Ersan Akdemir ê ku biryara dûrxistinê li ser hebû ve hat kuştin, li ser milên jinan ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.   Sultan Kaya duh êvarê li taxa Şehitlikê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê ji aliyê kujer Ersan Akdemir ê ku pêre di qonaxa hevberdanê de bû û biryara dûrxistinê li ser hebû ve bi çekê hat kuştin.   Piştî cenazeyê Sultan Kaya ji morgê hat wergirtin ji bo definkirinê birin Goristana Yenişehirê. Tevî malbata Sultan Kaya, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Midûriyeta Siyaseta Jinan a şaredariyên navçeyan tevli merasîmê bûn.   Jinan darbesta Sultan Kaya hildan ser milên xwe   Jinan darbesta Sultan Kaya hildan ser milên xwe. Cenazeyê wê bi bi xemgînî hat definkırın. Sibê dê ji bo Sultan Kaya li mala şînê ya Îmam Hanîfî ku li taxa Şehitlikê şîn bê danîn.