Tîma Neteweyî ya Jinên Îranê derbasî nîvfînalê bû 2026-08-28 21:35:32   NAVENDA NÛÇEYAN- Tîma Neteweyî ya Jinên Îranê di qonaxa çaryeka dawî ya Şampiyoniya Asyayê de bi encama 3-1 li Endonezyayê ser ket û riya xwe ber bi nîvfînalê ve vekir.   Di qonaxa çaryeka dawî ya Şampiyoniya Asyayê ya 2026’an de, tîma neteweyî ya jinên Îranê îro bi Endonezyayê re hat hemberî hev û bi encamê de bi 3-1 bi ser ket.   Îran di seta yekemîn de bi encama 25-19 têk çû lê di sê setên paşîn de bi encamên 25-16, 25-12 û 25-17 bi ser ket û riya xwe ber bi nîvfînalê ve vekir. Elahe Pûrsalih bi bidestxistina 29 xalan re bû lîstikvana herî girîng û berbiçav a maçê.   Di lîstika din a qonaxa çaryeka dawî de, Çîn dê bi Vîetnamê re were pêşberî hev û serkeftiya vê lîstikê dê di nîvfînalê de bibe dijbera Îranê. Ev lîstik roja Şemiyê, 29’ê Tebaxê, saet 15:30’an de tê lidarxistin. Japon û Tayland jî berê bi serkeftinên xwe derbasî nîvfînalê bûbûn.   Şampiyonê vê tûrnûvayê mafê beşdariyê yê ji bo Olîmpiyata 2028’an a Los Angelesê bi dest dixe û sê tîmên herî pêşîn jî dê bibin xwediyên para beşdariya Şampiyoniya Cîhanê ya 2027’an.