Li Şemrexê Koperatîfa Jinan a Jiyana Hevpar hat avakirin 2026-09-04 18:53:19   MÊRDÎN - Li navçeya Şemrex a Mêrdînê, bi armanca keda jinê bê dîtin û hilberîna kolektîf bê pêxistin Koperatîfa Jinan a  Jiyana Hevpar hat vekirin.   Li navçeya Şemrex a Mêrdînê, bi pêşengiya jinan Koperatîfa Jinan a  Jiyana Hevpar hat vekirin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek welatî tevli vekirina koperatîfê ya li taxa Karşiyakayê bûn.   Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin di ekirina koperatîfê de axivî û da zanîn ku bila koperatîf ji bo gelê herêmê bi xêr be. Berîtan Guneş Altin balkişand ser hilberîna kolektîf û jiyana hevpar û da zanîn ku hêviya wan ev e ku ev koperatîf bibe hêviya hemû gelan.   Piştî axaftinan Koperatîf hat vekirin û li welatiyan xwarinên ku jinan amade kiribûn hatin belavkirin.