Ji 10 saziyên Rojhilat û İranê derbar şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bang 2026-09-07 18:01:21   NAVENDA NÛÇEYAN -Saziyên civaka sivîl û karkeran a li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bal kişandin ser têkoşîna li dijî mêtingerî, darvekirinê kirin û banga xurtkirina çalakiyên bîranîna salvegera Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kirin.   10 saziyên civaka sivîl û karkeran ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi boneya salvegera 4’an a Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de hate gotin ku 4 sal berî niha Jîna Emînî ya xelkê Saqiz a Rojhilatê Kurdistanê li Tehranê bi hinceta nebûna laçika wê hate binçavkirin û ji aliyê hikûmeta Îranê ve hate qetilkirin û ev hate gotin: “Qetilkirina Jîna bû agireke mezin li ser zilm, cudahî û gendeliyê de barî. Xelk daketin qadan û xwepêşandan li dijî hejarî, neyeksanî, mêtingerî dengê xwe bilind kirin.”   Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi lez belavî cîhanê bû û bû yek ji qonaxên herî girîng a xelkên Rojhilatê Kurdisanê û Îranê ya di dîroka hemdem de û ev hate gotin: “Komara Îslamî nekarî bi êşkence, zilm û darvekirinê pêşiya civakê bigire.”   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ her çû kete nava hemû rehên jiyanê û li dijî her cûre dîktatorî, kenveperestî û zilmê li ber xwe dide.   Herî dawî bang li hemû çalakvan, saziyan hate kirin ku ji bo pîrozkirina salvegera Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û bîranîna kesên di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dane, têbikoşin.