Rojnamevana Sûdanî Ayşe El-Majîdî hat binçavkirin 2026-09-13 19:40:22   Rojnamevana Sûdanî Ayşe El-Majîdî hat binçavkirin   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Ayşe El-Majîdî ji aliyê rayedarên Sûdanê ve hat binçavkirin û nehat zanîn ku birine ku derê. Malbata Ayşe  El Majîdî daxwaz kir ku cihê wê bê aşkerakirin û misogerkirina ewlehî û mafên wê yên qanûnî kir.   Ayşe El-Majîdî îro, piştî ku li ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek der barê xemsariya hikûmetê ya li hemberî rewşa aborî de parve kir, hate binçavkirin. Ayşe El-Majîdî di peyama xwe de wiha gotibû: "Ger rewş neyê kontrolkirin, dê di demeke nêz de birçîbûn vê hikûmeta xizan û bêçare hilweşîne. Gel niha di rewşeke pir dijwar de ye. Rewşa aborî gihîştiye asteke krîtîk, lê rayedar di cîhaneke xeyalî de dijîn."   Malbatê bang li rayedaran kir   Malbata Ayşe El-Majîdî ragihand ku ew di 13ê Îlonê de ji aliyê rayedarên Sûdanê ve hatiye binçavkirin. Malbatê diyar kir ku der barê cihê wê an jî sedema binçavkirina wê de tu agahî nedane wan û bang li rayedaran kir ku cih û sedema binçavkirina wê eşkere bikin, ewlehiya wê ya fîzîkî û derûnî misoger bikin û gihîştina wê ya bi şêwirmendiya yasayî re garantî bikin.   Daxwaza eşkerekirina sedema binçavkirinê   Malbatê xwest ku ger tohmet an jî pêvajoyeke yasayî ya li dijî wê hebe were eşkerekirin û hemû mafên wê bên parastin. Her wiha tekez kir ku divê ew rastî tu binpêkirin an jî muameleyeke li dijî yasayê û peymanên navneteweyî neyê.   Malbatê da zanîn ku ew der barê rewşa ewlehiyê ya Ayşe El-Majîdî de bi fikar in, xwest şert û mercên binçavkirina wê bên eşkerekirin û destûr jê re were dayîn ku bi malbat û parêzerê xwe re têkiliyê deyne.