Piştî berxwedana Jin Jiyan Azadî: Binçavkirin û darvekirin 2026-09-14 09:03:36   Dîlan Babat   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ‘Jin Jiyan Azadî’ ku piştî qetilkirina Jîna Emînî hatin destpêkirin de nêzî 20 hezar kesî hatin binçavkirin. Hejmara giştî ya jinên hatin binçavkirin nehat eşkerekirin û ji Tîrmeha 2026’an heta niha 6 jin bi hinceta sûcên siyasî û ewlehî cezayê darvekirinê lê hatin birîn. 2 jinên cezayên wan hatin xerakirin jî ji nû ve bi heman cezayî re rû bi rû ne.   Piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ku li Tehran a Îranê hat binçavkirin û di 16’ê îlona 2022’yan de hat qetilkirin şûnde, protestoyên ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin destpêkirin û bi pêşengiya jinan di demek kurt de li welat belav bûn. Rejîma Îranê bi tund êrîşê çalakiyan kir, bi hezaran kes binçav kirin, zextên li ser jin, parêzvanên maf, xwendekar, hunermend û xizmên kesên hatine qetilkirin domand.   Li gorî daneyên Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafê Mirovan (HRANA) di protetoyên 2022’yan de 19 hezar û 763 kes hatine binçavkirin. Mîsyona Lêkolîna Navneteweyî ya Serbixwe ya Îranê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ev wek di ser 20 hezarî de eşkera kir. Merciyên Îranê ragihand ku di ser 22 hezarî de kes hatine binçavkirin.   Di vê beşa dosyaya xwe de em girtin û binçavkirin, binpêkirinên mafan yên li girtîgehan, polîtîkayên bi zextê yên bi darvekirinan hatiye meşandin û dosyayên jinan digirin dest.   Bi sedan jin hatin binçavkirin   Li gorî HRANA'yê di 2022’yan de herî kêm 322 jin hatine binçavkirin û ev hejmar seranserê salê dihewîne. Di meha nîsana 2024’an de 618 jin hatin binçavkirin. Heman salê bi hinceta serîgirtinê jî 644 jin hatin binçavkirin.   Ji Adara 2025’an şûnde li girtîgehên Îranê bi hincetên siyasî, civakî û bawerî herî kêm 125 jin girtîbûn û ji van 70 kes li girtîgeha Evînê bûn. Di protestoyên çileyê ya 2026’an de hat tespîtkirinku herî kêm 263 hatin binçavkirin.   NY: Jinan di bin çavan de îşkenceya zayendî dîtin   Mîsyona Lêkolîna Navneteweyî ya Îranê ya NY’ê tespît kir ku jin û zarokên keç li navendên binçavkirinê tundiya zayedî li wan hatine kirin, îşkence û pêkanînên nebaş li wan hatine kirin. Di raporê de hat gotin ku pêkanînên zextan yên rejîma Îranê li ser jin û zarokên keç didome.   Herî kêm 6 cezayên darvekirinê   Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw a 30’yê Tîrmeha 2026’an 6 girtiyên jin di bin cezayê darvekirinê de girtîne. Ev jin Pexşan Ezîzî, Zehra Şahbaz Taberî, Nesime Îslamzehî, Meryem Mehtab Hedavend Sirî, Erxewan Fellahî ve Mehnaz Çardolî ne.   Dosyayên Werîşe Mûradî û Bîta Hemmatî ku ji aliyê dadgeha bilind ve hatine xerakirin jî ji nû ve di asta darizandinê ne û rîska ku cezayê darvekirinê ji nû ve bê dayîn heye.   Pexşan Ezîzî   Rojnameger û parêzvana mafê jinan Pexşan Ezîzî di 4’ê Tebaxa 2023’yan de li Tehranê hat binçavkirin û li Girtîgeha Evînê di hucreyê de hat girtin. Di 2024’an de cezayê darvekirinê lê hat birîn û di çileyê 2025’an de hat erêkirin.   Rêxistinên mafê mirovan diyar dikin ku dosya Pexşan Ezîzî xwe dispêre xebatên jinan û yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.   Zehra Şahbaz Taberî   Zehra Şahbaz Taberî ya jina Gîleke di 16’ê Nîsana 2025’an de li mala wê ya li Reşt de di serdegirtinê de hat binçavkirin. Bi îdiaya endamtiya Rêxistina Mucahîdên Gel a Îranê hat sûcdarkirin û cezayê darvekirinê lê hat birîn. Di meha çile de Dadgeha Bilind biryar xera kir lê Dadgeha Şoreşê ya Reş cara duyemîn di 28’ê Gulana 2026’an cezayê darvekirinê lê birî.   Nesîme Îslamzehî   Nesime Îslamzehî ya Belûcî di 6’ê Îlona 2023’yan de li Melard hat binçavkirin û li girtîgehê zaroka xwe anî dinê. Bi zaroka wê re 40 rojî di hucreya yek kesî de hat girtin. Bi sûcdariya ‘ bi riya endamtiya DAIŞ’ê li dijî xweda şer’ cezayê darvekirinê lê hat birîn. Hevjînê wê Arslan Şêxî ji heman dosyayê di 24’ê Çileyê 2026’an de hat darvekirin.   Meryem Mehtab Hedavend Sirî   Jina Lor Meryem Mehtab Hedavend Sirî, di prostestoyên çileyê ya 2026’an de hat binçavkirin û bi sûcdariya şewitandina mizgeftê cezayê darvekirinê lê hat birîn.   Erxewan Fellahî   Erxewan Fellahî, di mijara 2022’yan de di protestoyên ‘Jin jiyan azadî’ de bi bavê xwe re hat binçavkirin û du sal ceza lê hat birîn û cezayê xwe temam kir û hat berdan. Di Çileyê ya 2025’an de ji nû ve hat binçavikrin û bi sûcdariya ‘endamtiya komên muxalîf û bi riya çekan serhildan’ cezayê darvekirinê lê hat birîn.   Mehnaz Çardolî   Mehnaz Çardolî di protestoyên çileyê 2026’an de hat binçavkirin û bi hinceta kokteyl avêtiye mizgeftê cezayê darvekirinê lê hat birîn.   Ceza hatin xerakirin rîsk didome   Jina Kurd Werîşe Mûradî di 1’ê Tebaxa 2023’yan de hat binçavkirin û bi mehan tundî lê hat kirin û di hucreya yek kesî de ma. Bi îdiaya endamtiya PJAK’ê cezayê darvkirinê lê hat birîn. Di Kanûna 2025’an de ceza hat xerakirin. Ji nû ve darizandin wê bê kirin û rîska wê dîsa cezayê darvekirinê bê birîn heye.   Bita Hemmatî jî di protestoyên Çileyê ya 2026’an de bi hevjînê xwe Muhammed Riza Mecidî re hat binçavkirin. Li Bîta Hemmatî cezayê darvekirinê û her wiha 5 sal cezayê din hat birîn. Dadgeha Bilind ceza xera kir û ji nû ve biryara darizandinê da.   Cezayê Şerîfe Muhammedî veguhertin 30 sal cezayê girtîgehê   Parêzvana mafê jinan û karker Şerîfe Muhammedî di 5’ê Kanûna 2023’yan de li Reştê hat binçavkirin. Di Tîrmeha 2024’an de bi sûcdariya ‘serhildanê’ cezayê darvekirinê lê hat birîn. Dadgeha Bilind ceza veguhert 30 sal girtîgehê.   Ji 110’an zêdetir jin hatin darvekirin   Tê destnîşan kirin ku ji Îlona 2022’yan heta niha hejmara jinên hatine darvekirin 110 derbas kiriye. Der barê mehên dawî yên sala 2022’yan de daneyên berfireh tune û ji ber vê bi giştî hejmar nikare bê eşkerakirin.