Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê 2026-09-14 22:41:44   MANÎSA - Bi banga Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê ya Manîsayê daxuyaniyek li navçeya Şehzadeler daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser provokasyonên ku vîna jiyana wekhev û azad a gelan hedef digirin û banga piştgiriya ji bo hewldanên entegrasyona demokratîk û aştiyê hate kirin.   Ji bo bal kişanda ser geşedanên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û êrîşên li ser vîna jiyana demokratîk a gelan, li Manisayê daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin. Daxuyanî bi banga Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê ya Manisayê li pêşiya avahiya Rêxistina Şehzadelerê pêk hat. Di çalakiyê de Sîpan Hiznî yê ku di dema erka xwe ya di nava lîwaya Hesekê de hatibû revandin û qetilkirin û 9 girtiyên ku di Girtîgeha Kobaniyê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bibîranîn. Li gel Hevserokên Bajêr ên DEM Partiyê yên Manisayê Kerem Taylan û Evîn Gunsel, gelek endamên partiyê jî tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn.   Di daxuyaniyê de pankartên “Xwedî derketine Rojava. Xwedî derketina mirovahiyê” û “Rojava vîjdan e, berxwedan e, azadî ye. Nayê teslimgirtin” hatin vekirin. Her wiha di çalakiyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” hat berzkirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Hevseroka Bajar a DEM Partiyê ya Manisayê Evîn Gunsel ve hate xwendin.   Sersaxî ji bo Sîpan Hiznî û 9 girtiyan   Evîn Gunsel axaftina xwe bi peyamên serxweşiyê yên ji bo Sîpan Hiznî yê ku di dema erka xwe ya di nava Lîwaya Hesekê de hatibû revandin û qetilkirin û 9 girtiyên ku di Girtîgeha Kobaniyê de jiyana xwe ji dest dan, dest pê kir û diyar kir ku geşedanên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji bo pêşeroja gelan girîng in û bal kişand ser parastina vîna jiyana demokratîk û hewldanên aştiyê.   ‘Divê li dijî astengkirina aşitiyê em bibin yek’   Evîn Gunsel di daxuyaniya xwe de bang li hemû gelan, rêxistinên civaka sivîl û raya giştî ya navneteweyî kir û ev tişt gotin: “Divê li dijî polîtîkayên ku dê vîna jiyana wekhev û azad a gelan, pêvajoya entegrasyona demokratîk û hewldanên aştiyê li Sûriyeyê qels bikin, em bibin yek. Pêşeroja Sûriyeyê divê li ser bingeha vîna gelan û lihevkirina demokratîk ava bibe; divê qad ji polîtîkayên şer, zext û aloziyê re neyê vekirin, divê ji bo avakirina jiyaneke demokratîk a ku xwe dispêre wekhevî, azadî û aştiyê re qad bê vekirin.”   Evîn Gunsel li dijî provokasyonên li Sûriyeyê banga hesasiyetê kir û destnîşan kir ku divê vîna gelan a ji bo avakirina jiyaneke wekhev, azad û demokratîk were piştgirîkirin.   Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.