Lêpirsîna Gulistan Doku: Hejmara girtiyan derket 36'an 2026-09-15 12:10:04   AMED - Di çarçoveya lêpirsîna windabûna Gulistan Doku ya li Dêrsimê de, di pêla şeşemîn a operasyonên ku hatine lidarxistin de çar ji kesên hatine binçavkirin, hatine girtin û yek jî hatiye berdan.   Di pêla şeşemîn a operasyonên ku li Dêrsimê di çarçoveya lêpirsîna windabûna xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku ya di 5'ê Çileya 2020'î de, pêk hatin de, ji 11 kesên ku hatibûn binçavkirin, karê 5 kesan qediyan. Dadgehê biryar da ku 4 ji gumanbaran werin girtin û  kesek bi çavdêriya dadwerî were berdan.   Hejmara girtiyan derket 36'an    Bi vî awayî, hejmara kesên ku di lêpirsîna ku ji hêla Serdozgerên Giştî yên Erzirom û Dêrsimê ve tê meşandin de hatine girtin gihîştiye 36 kesan. Doza ji bo 6 gumanbarên din jî berdewam dikin.