Di xwepêşandanên Îranê de 420 jin û 281 zarok hatin kuştin 2026-09-17 16:05:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) eşkere kir ku di xwepêşandanên dawî yên li wî welatî de zêdetirî 4 hezar û 200 kesan hatine kuştin, ku bi sedan jin û zarok jî di nav de ne, û hate ragihandin ku 29 kes jî hatine darvekirin.    Di destpêka salê de, Îranê şahidiya pêleke berfireh a xwepêşandanan kir ku di nava hêrsa raya giştî ya li ser rewşa aborî û qedexeyên siyasî de, li piraniya bajaran belav bûbû. Di nava aloziyan de hebûna hêzên ewlehiyê yên giran çêbû ku bû sedema mirin, birîndarbûn û girtina bi sedan xwepêşanderan.   Di rapora xwe ya herî dawî de li ser serkutkirina li dijî xwepêşandanên dawî, Mafên Mirovan ên Îranê (IHR) tesbît û belgekirina mirina zêdetirî 4 hezar û 200 kesan ragihand. Rêxistin vê hejmarê weke texmînek herî kêm a bûyerên tomarbûyî dibîne û îdia dike ku hejmara dawî ya mirina mirovan dikare bilindtir be.   Di nav kuştiyên hatine destnîşankirin de herî kêm 420 jin û 281 zarokên di bin 18 salî de hebûn, di nav de 25 zarokên di bin 14 salî de û ya herî biçûk a tomarbûyî tenê çar meh û nîv bû.   Li gorî raporê herî zêde kuştin di 8 û 9'ê Çileyê de pêk hatin; di van herdu rojan de herî kêm 3 hezar û 356 kes ku ji sedî 91’ê wan bûyeran pêk tînin, jiyana xwe ji dest dan. Bûyerên tomarkirî li 30 bajarên Îranê pêk hatine.   Ev dane di demek ku Komara Îslamî hejmara kesên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dane weke 3 hezar û 117 kes ragihandibû; lê rêxistina Mafên Mirovan a Îranê tekez dike ku lîsteya fermî ne temam e û balê dikşîne ku navê 47 kesan ku di lîsteyên herêmî yan medyaya dewletê de hatine behskirin, cih nagirin.   Her wiha rêxistin balê dikşîne ser zextên berdewam ên piştî pêla xwepêşandanan û radigihîne ku di çarçoveya van aloziyan de herî kêm 29 kes hatine darvekirin û nasnameya 100 xwepêşanderên ku cezayê mirinê li wan hatiye birîn jî hatiye piştrastkirin.   Li gorî rêxistinê qutbûna înternetê di dema ku her kêlî mirov dihatin kuştin de, rê li ber hewldanên ragihandin û belgekirinê girtin. Ji bilî lîsteya sereke pêvekeke raporê 324 bûyerên din jî dihewîne ku ji çavkaniyeke ne fermî hatine girtin û hê bi temamî nehatine piştrastkirin.