Li Manîsayê jinek hat qetilkirin 2026-09-25 18:09:48   MANÎSA - Li Akhîsarê jina bi navê Hasret E ya 30 salî ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve hat qetilkirin.   Li navçeya Akhîsar a Manîsayê li taxa Kayalioglu jina bi navê Hasret E. (30) ji aliyê mêrê pê re zewicandî S.E ve rastî êrîşê hat. Ekîbên hatin cihê bûyerê Hasret E rakirin Nexweşxaneya DewletÊ ya Mustafa Kirazoglu ya Akhîsarê.   Hasret E. tevî hemû mudaxaleyan nehat xilaskirin.   Gumanbar S.E ji aliyê ekîbên cendermeyan ve hat binçavkirin.